BDP çû taziya malbata Barzanî

BDP çû taziya malbata Barzanî

Xuşka Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî di rojên borî de li Îranê jiyana xwe ji dest da bû. Şanda ku ji nûnerên BDP’ê pêk dihat ji bo taziya mala Barzanî çûn navçeya Selehedînê.

Xwîşka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hedîba Barzanî, di 08'ê Gulanê de di ji ber nexweşiyê li rexmî hemû hewildanên dixtoran li nexweşxaneyak ya Îranê jiyana xwe ji dest da bû. Heyeta ji Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya bajarê Hewlêrê û nûnerên BDP yên Hewlêr Cemal Coşkun, Abîd Îke, Mehmet Alî Aydin, Şaredara navçeya Sixkê ya Wanê Nezahat Ergüner û bi dehan welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê ji bo taziya malbata Barzanî çûn navçeya Selehedînê (Mesîf).

Di mala taziyê de Nêçirvan Barzanî û gelek ji endamên malbata Barzanî Amedebûn û keyfxweşiya xwe jibo Şanda BDP’ê anî ziman û diyar kirin kû di rojek wisa de kû we em bi tene nehiştine spasî û keyfxweşiya xwe ji we re didin pêşkeşkirin.

Li ser navê Şanda BDP’ê Cemal Coşkun jî sersaxî li malbata Barzan da û diyar kir kû ew wek Nûnertiya BDP’ê ya Hewlêrê êşa heyî parvedikin.

Piştî kû serdana xwe ya taziyê dawî kirin di demjimêr 15:30’an de şanda BDP’ê berbi Hewlêre ve birêketin.