Bazên Metropolan li Êlihê salvegera PKK’ê pîroz kir

Bazên Metropolan 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li taxa Korik ya Êlihê bi fîşekên hewayî pîroz kir.

Yekîneyên Tolhildanê yên Bazên Metropolan bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan di 26 û 27’ê Mijdarê de bi boneya 44’emîn salvegera damezirandina PKK’ê, li taxa Korik ya Êlihê bi fişekên hewayî 27’ê Mijdarê pîroz kirine.

Bazên Metropolan ragihand ku di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” û “Bicehime dewleta Tirk ” hatine berzkirin û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava jî hatin protestokirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li dijî tecrîda li ser Rêbertî, êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser Rojava wê hemû mal û milkên madî û manewî yên dijmin bibin hedefa me.“

Bi domdarî Bazên Metropolan wiha got: “Di sala 45’emîn de em bang li ciwanên Kurdistanî yên birûmet dikin ku îsal çalakî, serhildan û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Divê her der vegere qada tolhildanê.”