Bayik: Makeqanûneke nû û demokratîk çawa çêdibe?

Bayik: Makeqanûneke nû û demokratîk çawa çêdibe?

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku, divê meşa çareseriya demokratîk a gerîlayan de, çêkirina makeqanûna nû û pêvajoya demokratîkbûnê di vê çarçoveyê de bibe derfeta civakîbûn û kemilîna pêvajoyê. Bayîk di nivîsa xwe de anî ziman ku, di aliyekê de gera Komîsyona Aqilmendan a li Kurdistanê di esasê xwe de bûye weke referandûmekê.

Bayik di berdewamiya nivîsa xwe de diyar kir ku, xebata herî baş a komîsyona Aqilmendan di vê pêvajoyê de kir, serwextbûna wan li hemberî daxwazên kurdan bû. Bayik wiha berdewam kir:

“Komîsyona Aqilmendan çavdêriyên xwe yên mehekê bi Serokwezîr re parve kirin. Helbet her yek ji wan çavdêriyên herêma lê xebitîne parve kirin. Bi taybetî aqilmendên ku li Kurdistanê geriyan li daxwazên Kurdan serwext bûn û fêm kirin. Bêguman heke li deverekê pirsgirêk hebe daxwazên ji bo çareserkirinê çi ne, pirsgirêk ji ber çi qewimîne divê mirov ji wê herêmê û mirovên li wir dijîn bipirse. Ji vî alî ve gera Komîsyona Aqilmendan a li Kurdistanê di esasê xwe de bûye weke referandumekê.

Kurd destpêkê dixwazin ku nasnameya wan bikeve bin parastina makeqanûnê. Azadiya ziman û çandî dixwazin. Dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Dixwazin ev daxwaz jî di çarçoveya xweseriya demokratîk de pêk werin. Dema ku van daxwazan tînin ziman jî bi taybet azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman. Mijara, bê ka Kurd çi dixwazin jî bi vê yekê zelal dibe. Daxwazên gelê Kurd û tiştên Tevgera Azadiya Gelê Kurd tîne ziman hema bêje heman tiştin, ev yek di civîna ku Serokwezîr pêk anî de jî derket holê. Eger tê xwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe pêdivî bi avêtina kîjan gavan heye jî diyar bûne. Xebata herî baş a Komîsyona Aqilmendan di vê pêvajoyê de kir, serwextbûna wan a li hemberî daxwazên Kurdan bû.

DEMOKRATÎKBÛN BI CIHANA DAXWAZÊN CIVAKÊ PÊK TÊ

Çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê di makeqanûnê de çawa were îfadekirin di civînên Komîsyona Aqilmendan ên li Kurdistanê derketiye holê. Demokratîkbûyîn bi bicihanîna daxwazên demokratîk ên hemû beşên civakê pêk tê. Bi vegotina em çi qasî rewa bibînin em ê ew çend mafan binasin, demokratîkbûn pêk nayê. Kurd çi dixwazin, Elewî çi dixwazin, Suryanî çi dixwazin, Êzîdî çi dixwazin, Xiristiyan çi dixwazin, kedkar çi dixwazin, hunermend çi dixwazin, heke di van mijaran hemûyan de nêzîkatiyeke azadîxwaz hebe mirov dikare li wir behsa demokratîkbûyînê bike.”

Bayik da zanîn ku, aqilmendên ku li herêmên din digerin jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Wan  jî nêrînên xwe anîne ziman. Helbet ew jî girîngin. Ancax dema mirov li bertekên hatine birêxistinkirin ên li wan herêman binihêre nikare bi van nêrînan çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê bigire dest. Li wan deveran jî serwextbûna bê ka daxwazên wan çi ne, di kîjan mijaran de demokratîkbûyînê dixwazin, girîng in. Dema ku mirov li daxwazên wan ên ku dibêjin bila çi pêk neyê, li pirsgirêkê binêre wê demê dibe ku bertekên hin komên marjînal derkevin pêş. Hemû herêm ji îxtîdara navendî razî ye yan na? Serwextbûna li vê yekê girînge. Azadiya raman û rêxistinbûnê dixwazin yan na? Gelo dixwazin bi bîr û baweriya xwe azad bijîn an na? Gelo di derbarê mijara mafên xwe yên ekonomîk û civakî de çi difikirin? Serwextbûn û pirsên van mijaran girîngin. Yanî serwextbûna li daxwazên demokratîk ên hemû herêm û beşên civakê girînge û divê ev daxwaz di makeqanûnê de esas werin girtin. Heke nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan bidin dê rê û rêbaza herî rast bi kar bînin.

DI MAKEQANÛNA NÛ DE KURD ÇI DIXWAZIN?

Bayik wiha berdewam kir: “Di makeqanûna nû de Kurd çi dixwazin, divê li Kurdistanê bi berfirehî bê nîqaşkirin. Pêşniyarên makeqanûnê yên BDP’ê pêşkeş dike di vê çarçoveyê de dibe kêm bê dîtin. Bêguman BDP nêrîna hilbijêrên xwe destnîşan dike. Lê heke bi awayekî rasterast bi hilbijêrên xwe re hevdîtinê bike û nêrînên wan pêşniyar bike dê pergaleke demokratîk pêk bê. Di vê pêvajoya ku nîqaşên makeqanûna nû tên kirin de, nîqaşên bi vî rengî gelekî girîngin. Îro derfetên vê hîn zêdetir bûne. Di vê dema ku nîqaşên konferansekê tên kirin de, divê li gundan, kuçeyan, taxan, bajarok û bajaran civînên gel bên zêdekirin û civîn gelekî girîngin. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re civînên bi gel re jî destpêkirin. Berfirehkirina van civînan gelekî girînge. Bi taybetî Kurd çareseriyeke çawa dixwazin, makeqanûneke çawa dixwazin divê ev mijar bibe daxwazeke civakî û civakbûyînê. Naxwe di hin civînan de vegotina; Kurd van dixwazin an jî bi pêşkêşkirina hin belgeyan bêjin Kurd van dixwazin, têr nake. Şerte ku ev bibe daxwazeke kolanan.”

LI SER NAVÊ CIVAKÊ AXAFTIN Û SIYASETA JOR TÊR NAKE

Bêgûman her xebatek dengê kolanan di astekê de dide nîşan. Lê dema ev daxwaz ji hêla kolanan ve bê ravekirin dê mijareke cuda be. Demokrasiya radîkal a ku em behsa wê dikin bi vê ve girêdayî ye. Rêxistina xwe di beşa civakê ya herî biçûk de dest pê dike, daxwaza xwe bi xwe tîne ziman û bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Teqez li ser navê civakê axaftin û kirina siyaseta jor têrê nake. Gava ev têr hat dîtin ne makeqanûneke demokratîk tê çêkirin ne jî demokratîkbûneke rast pêk tê.

Bayik di dawiya axaftina xwe de wih agot: “Li Kurdistanê di çarçoveya yekîtiya Kurdan de dê konferansek bê lidarxistin û bi bingeha vê yekîtiyê pirsgirêk dê çawa çareser bibe û dê Tirkiye çawa demokratîk bibe derxe holê. Lê hatina hin nûneran a vê derê têr nake. Dibe ku ji bo hilbijartina nûneran bingeh û derfet tune bin. Lê divê ev nûnerên ku beşdarî vê civînê dibin li her derî civînan pêk bînin nêrîna civakê bigirin. Hemû civînên ku ji îro şûn ve bi meşruiyeta demokrasiyê ve bê spartin dê gelekî girîng be. Makeqanûna nû û demokratîkbûn eger di bingeheke wiha de bicive, were rewşeke daxwazan û xwedîderketina gel a jêre bê pêkanîn wê demê AKP û dewlet dê mecbûr bibe makeqanûneke nû ya demokratîk çêbike. Bêguman tenê ne li Kurdistanê, divê li Tirkiyeyê jî makeqanûneke çawa tê xwestin û demokrasiyeke çawa tê xwestin  weke daxwaz û xwedîkerketineke civakî derkeve pêş. Divê meşa çareseriya demokratîk a gerîllayan, çêkirina makeqanûna nû û pêvajoya demokratîkbûnê di vê çarçoveyê de bibe derfeta civakîbûn û kemilîna pêvajoyê.”