Baydemîr serbest hate berdan
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ê ku li Enqereyê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî ya li Dadgeha Enqereyê serbest hate berdan.
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr ê ku li Enqereyê hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî ya li Dadgeha Enqereyê serbest hate berdan.
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr dema ji avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe derdiket, hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya wî ya li Dadgeha Enqereyê Baydemîr serbest hate berdan.
Hat ragihandin ku di çarçoveya dosyeya ‘heqareta li serokkomar’ a ku li Şirnexê hatiye vekirin, biryara girtinê ya Baydemîr hatiye dayîn.
Hat diyarkirin ku rêveberên partiyê jî di dema dayîna îfadeyê de li ba Baydemîr bûn. Piştî dayîna îfadeyê Baydemîr serbest hate berdan.