Baydemîr: Li dijî hiqûqa dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin

Berdevkê HDP’ê Baydemîr, diyar kir ku AKP naxwaze rastiya darbeyê derxe û dixwaze xwe ji vê rizgar bike.

Berdevkê HPD’ê Osman Baydemîr ê ku di derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn, di civîna koma partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Baydemîr bal kişand ser meha Remezanê û got ku taybetmendiya hevpar a baweriyan mirovahî ye û wiha anî ziman: “Îro li erdnîgariya îslamê bawerî di destê tîranan de vegeriyaye amûrekî. Ez meha têkoşîna nefsê careke din pîroz dikim.” Bayedemîr salvegera berxwedana Geziyê jî bibîr xist û diyar kir ku berxwedana Gezî îtîraza li hemberî helwesta “Ez dizanim, ji min bêtir tu kes nizane” bû. Baydemîr bilêv kir ku ev berxwedan hate terorîzekirin û wiha got: “Hişmendiya dewletê ya li erdnîgariya kurd û Kurdistanê ya lêgerîna mafan terorîze dike li ser mirovên li Gezî jî nîşan da. Em di berxwedana Gezî de 16 canên xwe winda kirin û ez li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim.”

‘ŞAHIDÊ ŞIRAVAN BOZAKAR E’

Baydemîr bal kişand ser komkujiya Çorumê, diyar kir ku yên hatin qetilkirin “ji ber baweriyên xwe” bûn û got: “Em soz didin ku ji bo careke din Kerbela û komkujî çênebin em wê HDP’ê bikin navnîşana têkoşînê.” Baydemîr bi xwendina helbestên Nazim Hikmet ew jî bibîr anî û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Her çiqas ev erdnîgarî bibe erdnîgariya darbeyan jî her darbeyê bi xwe re têkoşîna li hemberî xwe jî derxistye holê.” Baydemîr destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên ji bo bi tena serê xwe di desthilatdariyê de bimîne vegeriyaye mekanîkekî darbeyê. Baydemîr bal kişand ser Komîsyona Lêkolîna Darbeyan a Meclîsê, komîsyon ji bo hemû darbeyan bi her awayî lêkolîn bike plansaziyek çêkiirn lê hikûmetê di hemû yekîneyên vê komîsyonê de ji xwe çêkirin û ji vê komîsyonê re “darbe kirin” e. Baydemîr destnîşan kir ku serokê komîsyonê ji Fethullah Gulen re gotiye; “Hoca efendî” û Reşat Petek dozên Ergenekon, Balyoz û KCK’ê parastibûn. Baydemîr anî ziman ku endamê Komîsyonê Huseyîn Koca jî ji Gulen re gotibû “Mucîzeyekî Tirk” û wiha pêde çû: “ Şahidê rovî dêlarovî ye. Ev komîsyon vegeriyaya komîsyona îbrakirina darbeyê. Komîsyonê serî li îfadeyên Erdogan nedaye. Serî li îfadeyên Hûlûsî Akar neda. Serî li kesê li ser MÎT’ê yên digotin kêmasiya wî heye nedan. Ev komîsyonekî çawa ya lêkolîna darbeyan e. Erdogan ferman komîsyon xebatên xwe bi dawî bike da. Serokê komîsyonê piştî vê yekê daxuyaniya xebat bi dawî bûn da.Ev jî darbeya duyemîn a li komîsyonê hate kirin e.”

‘RAPORA DARVEYÊ VEŞÊRE Û AKP’Ê PAQIJ DERBIXE’

Baydemîr destnîşan kir ku naxwazin darbeyê derbixin holê û ji ber ku dixwazin “kunikên tarî yên di tariyê de bimînin hene” û wiha got: “Kengî nîşaneyên pirsan mezin bûn wê demê komîsyonê lêkolînên xwe xilas kirin. Dema em berê xwe didin rapora ji 660 rûpelan pêk tê ti tiştek têde tûneye.Ev komîsyon bûye komîsyona darbeyê veşêre û AKP’ê paqij derbixe. Rapor bûye rapora darbeyê veşêr AKP’ê paqij derbixe.” Baydemîr bilêv kir ku ji ber ve yek dîtin û ji bo nebûn hevkarên vî sûc bi hevalên xwe re ji komîsyonê xwe vekişandin.

Baydemîr diyar kir ku di rapora komîsyonê amade kirî de têkiliya cemeta Gulen bi hikûmetê rast re heyî di heman demê de bi hikûmetên çepgir re jî nîşan daye û wiha got: “Di vê raporê de hûnê navê Ecevît darbas bikin lê navê kesê ji cemetê re digot, ‘we çi xwast me ne da’, ‘rêzdar xoce efendî ‘ û ‘êdî bila ev xerîbî xilas bibe’ cih nadinê. Mixabin hevkariya we ya 12 salan û germahiya we ya di nav heman cihan de têra vê raporê sar bike nake.”

‘KÎ RAST DIBÊJE’

Baydemîr destnîşan kir ku di raporê de gelek nakokî hene û gotinên Erdogan ên “min darbe ji zavayê xwe bihîst” bibîr xist. Baydemîr derbirî kir ku di raporê de ji ber tedbîrên MÎT û Fermandariya Giştî darbe ji seat 3’yê 16’ê Tîrmehê hilgirtin seat 22.30’yê 15’ê Tîrmehê û wiha axaftina xwe domand: “Kîjan ji we rast dibêje. Çawa çêdibe di derbarê darbeya nayê zanîn de tedbîr tên girtin. Berdêlê vê yekê çawa 241 mirov didin.”

‘DARBEYEK DAGIRKIRINA HIQÛQÊ HEYE’

Baydemîr, da xuyakirin ku ew parsektiya dadê nakin, ji hesabdayînê jî narevin û wiha got: “Lê ji ber neheqiyek, daybeyek, dargirkeriyek û kedxwariyek hiqûqê heye îtîraza dikin û em bang li her kesî dikin ku vê yekê îtîraz bikin.”

‘MAMOSTE MA HÛN NIZANIN LÊXISTINA TEMBÛR Û GÎTARÊ QEDEXE YE?

Baydemîr, bal kişand ser rewşa Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û wiha pêde çû: “Em di meha Remezanê de ne. Lê ger em li dijî zilmê bêdeng bimînin wê di dîwana maf de hesap bê pirsÎn. Ez dixwazim çen pirsên axîretê bi we re parve bikim. (pirsên ji Nûriye û Semîh hatine pirsîn) di pirsin gîtar lê xistiye û steran gotiye ma tu nafikirî ku ev sûce. Mamoste qurbana te bim ma tu nizanî li vî welatî lêxistina tembûr û gîtarê qedexeye. Demîrtaş ji ber li tembûrê xist girtine. Demîrtaş tembûr lê dixist ku îcada kafiran gîtarê lê dixî. Ev qas jî nabe.” Baydemîr, pirsa dozger a “armanca vê çalakiya wekî bêguneh xuya dike çiye? bi bîr anî û wiha got: “Ev lêgerîna mafe. Em kesên ku lêgerîna maf dimeşînin silav dikin.

 ‘WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR PIFKIRINÊ DIDOMÎNE’

Baydemîr destnîşan kir ku wezîrê karê hundir ê ku Nûriye û Semîh wekî “terorîst” îlankiriye pifkirina xwe didomîne, ev ji dosyaya Bûrsayê tê û wiha pêde çû: “Wezîrê Karê hundir bûye Wezîrê Dadê, Dozger, Dadger û biryaran dide. Ti dozgerî yan dadgerî tu kî yî. Eger ku te ev wekî sûcdar îlan kirin em li qeydên wan ên sabikayê binêrin. Belgeyên ku sabikaya Nuriye û Semîh tune ne di destê me de ne. di sabikaya te de pere heye. Ger qismet bibe ez ê koma bê de vebêjim.”

‘GAZZE ÇI BE SÛR JÎ EW E’

Baydemîr, di derbarê operasyonên herêmê de û wêneyên tiştên welatiyên Sûrê yên di meha Remezanê de dijîn nîşan da û wiha axivî: “Ev zarokên li bin ronahiya findê dixebitin, wê destûr nedin ku hûn pêşeroja Sûrê hilweşînin. Ev zarok wê bibin ronahî. Ramallah û Gazze çiye Sûr jî ewe.”

Baydemîr, bertek nîşanî ji bajartiyê derxiatina Colemêrg û Şirnexê jî da û xwest ku ev rewş ji hilbijêrên bajar bê pirsîn.