Bavê Tekdal: Kurê min li ber mirinê ye
Bavê Tekdal: Kurê min li ber mirinê ye
Bavê Tekdal: Kurê min li ber mirinê ye
Xwendekarê Zanîngehê Ûgûr Tekdal ê ev saleke li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Kandiranê tê ragirtin û nexweşê ulseratîf kolît û glokom e, rewşa wî giran e. Bavê Tekdal got, "Kurê min êdî nema kare bimeşe, eger neyê dermankirin wê bimire. Gav Tekdal banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê yê pola 2. Ûgûr Tekdal, roja 5'ê Hezîrana sala 2012'an ji ber bûyereke ku ti eleqeya wî pê re tinebû hat binçavkirin û di encama îfadeya "şahidê veşartî" de hat girtin. Tekdal ev saleke li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê tê ragirtin û yek ji bi sedan girtiyên nexweş ên li girtîgehan e. Ji ber nexweşiya ulseratîf kolît, şert û mercên girtîgehê, nedana derfetên dermankirin û bêparhiştina ji dermanan, Tekdal gav bi gav ber bi mirinê ve diçe.
"BÊDENG NEMÎNIN, KURÊ MIN DIMIRE!"
Bavê Ûgûr Ehmed Tekdal heta niha serî li hemû meqamên fermî da ye, lê di nava bêçaretiyeke mezin de li helîna bedena kurê xwe dinêre.
Bav Tekdal ragihand, ku ew pêr çûye girtîgehê û dîtiye ku kurê wî ji 70 kîloyî daketiye 40 kîloyî.
Tekdal got, "Kurê min êdî nikare li ser piyan bimîne. Roj bi roj dihele. Bi tena serê xwe nekarîbû bimeşiya, lewma bi alîkariya hevalekî xwe hat cihê hevdîtinê. Kurê min ji min re got, "min dibin nexweşxaneyê, doktor li min dinêre dibêje temam, hebeke serêşê dide û dişîne." Li gel hemû serlêdanên me jî, wî naşînin nexweşxaneyek baş."
"DEWLET DÊ BIBE KUJERÊ ÛGÛR"
Tekdal diyar kir, ku di hevdîtina xwe ya bi Ûgûr re jê re gotiye, "Ez êdî li vê derê qediya me, dest ji min berdin, êdî neyê. Berpirsyarê vê rewşê Wezareta Edaletê, dewlet bi xwe ye. Eger ji wê derê cenazeyê kurê min derkeve, berprsiyarê wê dewlet e."
Bavê Tekdal Ehmed Tekdal da xuyakirin, ku kurê wî ev saleke bi neheqî li wir tê ragirtin û xwest, demek ji ya din zûtir tedawiya wî destpê bike.
Tekdal destnîşan kir, ku li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene û got, "Yên ji xwe re dibêje ez mirovim, wê li beramberî vê rewşê bêdeng nemînin."