Hate aşkerakirin ku dê heta dawiya meha Çile pergalên parastina fuzeyên Patrîot ku li Tikriyeyê tên bicihkirin, dê fonksiyonel bibin.
Li ser daxwaza Tikriyeyê pergalên Patrîot yên NATO’yê li Tirkiyeyê bi cih kirine, tê îdiakirin ku li dijî ger ku şer belav bibe de dê bê bikarnîn. Lê pispor diyar kirin ku ev pergal ne ji bo Sûriyeyê ji bo Îranê ye.
Tirkiyeya ku tevî welatên Kendav û Rojava piştgiriya aborî, siyasî û çapemeniyê dide komên çekdar, îdia dike ku dê Sûriye çekên kîmyewî bi kar bîne.
Wezîrên Karê Derve yên welatên endamên NATO’yê di 30’ê mijdarê de de ji bo ‘li dijî êrîşên Sûriyeyê xwe parastinê’ bicihkirina pergalên fuzeyên Patrîot erê kir. fuzeyên Patrîot PAC-3 ku hewcedariya Tikriyeyê pê heye li sê welatan heye: Hollanda, Almanya û DYA
Almanya û Hollanda her yek du bataryayên Patrîot dide. Li bendê ye ku DYA jî piştigiriyê bide. Bi îdiaya ku dê pergalên parastina fuzeyan bên şopandin ji Almanyayê 400, ji Holandayê jî 3560 leşker dê bên şandin.
LI MEREŞÊ DÊ BÊN BICIHKIRIN
Cigirê Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Michael Link, di daxuyaniya ku li pêşberê parlamenterên Alman da de diyar kir ku dê pergalên parastina fuzeyê ya projeya heyî 100 km li sînorê Bakurê Sûriyeyê Mereşê bi cih bibin.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte diyar kir ku ji bo Patrîotan li Tikriyeyê bi cih bikin bi awayekî berfireh dixebitin. Rutte da zanîn ku roja pêncşemê bi sekreterê giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen re hevdîtin kiriye û got ku heta dawiya meha çile dê Patrîot fonksyonel bibin.