Barzanî bi Ebadî re rûnişt, ku beriya niha jê re ‘muflîs’ gotibû
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo biçe Îranê çûbû Bezdayê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt.
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo biçe Îranê çûbû Bezdayê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt.
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo biçe Îranê çûbû Bexdayê, bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re rûnişt. Barzanî û Alîkarê wî Qubad Talabanî çûne Bexdayê.
Barzanî li gel Talbanî û Endamê Dîwana Seroktiyê ya DPK’ê Fuad Hisên li Bexdayê bi Ebadî re rûniştin. Li ser naveroka rûniştinê ti agahiyên zelal nîn in, piştî referandûmê ev cara pêşî ye ku li hev rûdinin.
Barzanî beriya referandûma li Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta Ebadî gotibû ‘’li Bexdayê hikûmete muflîs heye’. Ebadî piştî ku 16’ê Cotmeha 2017’an Kerkûk û deverên ku nîqaş li ser hene bi dest xistibû ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ‘muflîs’ gotibû.
Hate gotin ku Barzanî û Talabanî sibe jî wê biçin Îranê û gelek civînan bikin. Konsolosxaneya Hewlêrê ya Îranê diyar kir ku serdan wê sibe çêbibe.