Bangek girîng ji bo dengdêrên li Ewropayê

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP'ê bang li dengdêrên li Ewropayê kir ên ku hê qeyda xwe ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê çênekirine. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja dawî ji bo serlêdanê, 12'ê Gulanê ye.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku her dengê neyê dayin wê bi kêrî tifaqa AKP-MHP'ê bê. Hate gotin, her dengê bê dayin wê îmkanan biafirîne ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, ji bo HDP a temsîliyeta gelan û wekheviyê dike li metropolên mezin hîn bêhtir wekîlan derxîne. Di daxuyaniyê de bang li hemû hilbijêrên 18 saliya xwe temam kirine hate kirin ku qeyda xwe çêbikin û dengê xwe bidin.

Daxuyaniya Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê wiha ye:

"Hilbijartinên Parlamentê û Serokkomariyê ku wê 24'ê Hezîranê bên kirin, ji bo gelên me ji aliyê têkoşîna azadî û demokrasiyê ve gelekî girîng e. Her dengê ku em ê ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bidin, wê tifaqa AKP-MHP'ê ya kujer û faşîst bloke bike.

Her dengê ku bi mejiyê 'bi dengê min tiştek nabe' neyê dayin, wê rasterast bibe desteka ji bo rejîma Erdogan. Nêzîkatiya ji rêzê ya li van hilbijartinan û nedayina her dengî wê bê wateya desteka ji bo desthilatdariya kujer, zordar, faşîst û tekparêz. Her dengê bê dayin wê îmkanan biafirîne ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, ji bo HDP a temsîliyeta gelan û wekheviyê dike li metropolên mezin hîn bêhtir wekîlan derxîne.

Ji Ewropayê heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, ji Kanadayê heta Afrîkayê, ji Japonyayê heta Awûstralyayê, her dengê me yê ji bo demokrasiyê wê were wateya hesabpirsîn ji bloka faşîst. Lewma ji bo mirov karibe dengê bide divê destpêkê mirov bibe dengdêr.

Banga me li hemû dengdêran e; We 7'ê Hezîranê, 1'ê Mijdarê ya jî referandûmê deng dabin jî divê hûn qeyda xwe ya hilbijêriyê kontrol bikin û hîn bibin bê qeyda we heye yan na.

Ji navnîşana http://www.ysk.gov.tr/  dikare kontrola lîsteya dengdêran bê kirin. Eger hûn ne qeyidkirî bin, divê hûn forma B dagirin û bi xwe bibin konsolosxaneya herî nêzî navnîşana xwe.

Hemû mirovên me yên welatiyên T.C. ên 18 saliya xwe temam kirine, dengdêr in. Eger hûn ne qeyidkirî bin, bi rêya belgeyeke ku nûmaraya nasnameya T.C. li ser e divê serî li konsolosxaneya nêzî xwe bidin, FORÛMA BEYANKIRINA NAVNÎŞANÊ (B) dagirin, îmze bikin û radest bikin. Ev yek jî divê heta 12'ê Gulanê bê kirin. Hûn vî karî dikarin heta saet 17'an bi dema Tirkiyeyê bikin.

Her kesên ji welatîbûna T.C. nehatine derxistin, çi penaber çi jî hemwelatî bin, dengêr in û mafê wan hene ku dengê xwe bidin. Ji bo hûn karibin dengê xwe bidin, di nava 6 rojan de divê teqez hûn qeyda xwe bikin.

Di malpera lêpirsîna li hilbijêriyê de beşên "Nüfusu Kayıtlı Olduğu İl (Bajarê ku nifûsa we lê qeydkirî ye)", "T.C. Kimlik Numarası (Nûmaraya Nasnameya T.C.)", "Nüfusa Kayıtlı Olduğu Sıra No (Hejmara Rêzê ya Qeyda Nifûsê)" û koda piştrastkirinê dagirin û bi vî rengî kontrol bikin bê qeyda we heye yan na.

Weke Koordînasyona Hilbijartinê ya destekkirina HDP'ê, banga me li hemû komîsyonên me yên hilbijartinê ye ku ji bo qeydkirina dengdêran van 6 rojên dawî bi rengê seferberiyê bixebitin, qeyda hemû hilbijêrên nû bikin û yên qeyda wan hene jî ji nû ve kontrol bikin. Her dengê ku qeyda xwe nehatiye kontrolkirin û deng nehatiye dayin, divê bê zanîn ku wê bi kêrî tifaqa tekparêz û faşîst re bike."