Banga ji bo merasîma cenazeyê Ozarslan

Merasîma cenazeyê Gunay Ozarslan ku ji ber terora polîsan ev çend roj in tê astengkirin, wê îro bê kirin.

Merasîma cenazeyê Gunay Ozarslan ku ji ber terora polîsan a li taxa Gazî ev çend roj in tê astengkirin, wê îro bê kirin.

Eniya Gel ragihand ku merasîma cenaze wê îro saet di 16:00 de ji Mala Cem a Gazî destpê bike.

Cenazeyê Ozarslan di şeva 24'ê Tîrmehê de anîn Taxa Gazî. Lê belê ji ber êrîşa polîsên dixwazin cenaze birevînin, ev du roj in cenaze nikare bê veşartin.

Malbat û dostên malbata Ozarslan ev du roj in li hemberî êrîşên polîsan li ber xwe didin û nahêlin ku polîs cenaze birevînin.