Banga ji bo Doza Kobanê: Pêşerojê radestî tarîtiyê nekin

Di çalakiyên ku li Amed û Wanê têkildarî Doza Kobanê hatin lidarxistin de ev peyam hat dayîn, “Pêşeroja welat û demokrasiyê di tariyê de nehêlin.”

Danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin didome. Têkildarî dozê li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr a li navçeya Peyasê daxuyanî hate dayîn. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray a beriya daxuyaniyê axivî, xwest ku siyasetmedar bên berdan û tecrîd bi dawî bibe. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Gelê kurd û hêzên demokrat û şoreşger ên jiyana azad û wekhev esas digirin û li ser vê xwe bi rêxistin dikin tu sal û zemanan li dijî polîtîkayên zextê serî netewandine û her tim di nava têkoşînê de bûne.”

Şahîn, anî ziman ku tiştên di navbera dîrokên 6 û 8’ê cotmehê de di serî de li bajarên kurdan li metropolên Tirkiyeyê qewimin ji Doza Kobanê re dikin palpişt û tiştên di wê pêvajoyê de diqewimin bi bîr xist. 

Şahîn, gotina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa ku beriya niha operasyon, komplo û dozan têkoşîna me ya mafdar bi paş ve nebir, berovajiyê wê nîşan da ku em mafdar in. Ji niha şûnde jî dê komployên wiha dê nekarin di têkoşîna me de bi paş ve gavê bidin avêtin. Banga me ji vir ew e ku di zûtirîn demê de vê bêhiqûqiyê ji holê rakin, dev ji zexta li ser siyaseta demokratîk berdin û pêşeroja welat û demokrasiyê di tariyê de nehêlin.”

WAN

Beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin de li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya li ber avahiyê hate dayîn de pankarta “Komployên siyasî nikarin me têk bibin” hate vekirin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku gel wê demê ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide derketin kolanê û wiha got: “Ji bo çareseriya pirgirêka kurd û di meseleya Kurd de aştiyeke birûmet pêk were, divê rêz ji rêgezên hiqûqa gerdûnî, muxatabên çareserî û muzakereyeke demokratîk bê girtin. Di Doza Kobanê de biryareke neheq û bêhiqûqî derkeve dê were wateya israra di çareseriyê de. Weke encam Doza Komployê ya Kobanê weke lekeyeke reş derbasî dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê bû. Divê ev nêzîkatî demildest bê bidawîkirin.