Banga ji bo çalakiya nobetê ya li Îzmîrê: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Sosyalîstên ku beşdarî Nobeta Wijdan û Edaletê bûn diyar kirin ku nobetê li Îzmîrê pêvajoyeke nû ya berxwedanê daye destpêkirin. Sosyalîstan hemû derdor vexwendin qada nobetê.

Tevlêbûna Nobeta Wijdan û Edaletê di roja 3’emîn de didome. Kaldiraç, ESP û SYKP çalakiya nobetê nirxandin.

‘WÊ TÊKOŞÎNA GELAN EDALETÊ BÎNE’

Nûnera Kaldiraçê Begum Ateş diyar kir ku pêdiviya edaletê di vê çalakiyê de jî derketiye holê û got, “Ji bo ku em bibêjin wê têkoşîna gelan edaletê bîne em hatin vê derê.’

‘YÊN BI HEV RE ŞER DIKIN WÊ BI HEV RE AZAD BIBIN’

Nûnera ESP’ê Canan Kaplan jî bal kişand ser rola çalakiya nobetê û diyar kir ku armanca wan ev e ku bi vê re biratiya gelan û aştî pêk were. Kaplan di dûmahîka axaftina xwe de diyar kir ku, çalakiya nobetê hewldana azadiya bi hev re ye.

‘QADA NOBETÊ BÛ QADA AZADIYÊ’

Nûnerê SYKP’ê Cavît Ûgûr diyar kir ku AKP dixwaze Tirkiyeya herî kevn ava bike û têkoşîna wan a li hemberî vî tiştî li Îzmîrê gelekî girîng e. Ûgûr diyar kir ku nobeta li Îzmîrê wateyeke xwe ya taybet heye û gelên li Îzmîrê qada nobetê kirine qada azadiyê.