Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Balûken diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya wekî Manîfestoya Rojhilata Navîne ya ku di nava şert u mercên girtîgehê de nivîsandiye ditirse. Balûken da zanîn ku, Ocalalan li zindanê ne tenê manîfestoya Kurdistanê manîfestoya Rojhilata Navîn nivîsand.
Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê li Salona Dawetê ya Alyansê xwarina piştevaniyê da. Di xwarinê de Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, parlamenterê BDP Murat Bozlak, Hevserokên BDP'ê yên Enqereyê Ahmet Aday, rêveberên BDP'ê ,TUHAD-FED, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê rêveberên Partiya Kesk û Cepgiran amade bûn.
Li salonê pankartên "Berxwedan jiyane", "Em berxwedanê ber bi azadiyê dimeşin" hatin vekirin. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Di bernameyê de hevserokên BDP'ê yê Enqereyê Ahmet Aday diyar kir ku, li Tirkiyeyê polîtikayên înkar û îmhayê berdewam dikin û wiha got: "Roj roja berxwedanê ye. Heta niha 8 partiyên me hatin girtin niha dixwazin partiya 9'an bigirin. Ev berxwedana gelê Kurde.
Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak jî anî ziman ku, dema Erdogan hat ser desthilatdariyê got dê pirsgirêka Kurd çareser bike, lê hemû gotinên xwe ji bîr kirin.
‘OCALAN LI ZINDANÊ MANÎFESTOYA ROJHILATA NAVÎN NIVÎSAND’
Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdris Baluken jî anî ziman ku, li ser gelê Kurd zilmek mezin tê meşandin û gelê Kurd li hemberi vê zilmê têkoşînek mezin daye meşandin. Balûken da zanîn ku, Ocalalan li zindanê ne tenê manîfestoya Kurdistanê manîfestoya Rojhilata navîn nivîsand. Di operasyonên siyasî de zêdeyî 10 hezar hevalên me hatin girtin. Dixwazin gelê Kurd di qada siyasetê de têk bibin û teslîm bigirin. Dixwazin gelê Kurd di qada siyasetê de xelas bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin."
'AKP JI OCALAN DITIRSE'
Balûken diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê ji parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya wekî Manîfestoya Rojhilata Navîne ya ku di nava şert u mercên girtîgehê de nivîsandiye ditirse. AKP dixwaze di şexsê Birêz Ocalan de gelê Kurd teslîm bigire. Lê nikare. AKP ji ber manîfestoya Ocalan ya li girtîgehê ji Ocalan ditirse. Ramanên Ocalan Kobanî û Afrin azad kir.
Piştî axaftinan Koma Awaz konserek biçûk da.