Balûken ji doza ‘karta hafizayê’ beraat kir
Parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken ji ber ku di dema serdana girtîgehê de cîhaza xwendina karta hafizayê di bêrîka xwe de ji bîr kiribû doz lê hatibû vekirin. Balûken ji ber vê dozê beraat kir.
Parlementerê HDP’ê Îdrîs Balûken ji ber ku di dema serdana girtîgehê de cîhaza xwendina karta hafizayê di bêrîka xwe de ji bîr kiribû doz lê hatibû vekirin. Balûken ji ber vê dozê beraat kir.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken ji ber ku di 18’ê Mijdara 2011’an de dema çûbû serdana girtîgehê cîhaza xwendina karta hafîzayê di bêrîka xwe de ji bîr kiribû, doz lê hatibû vekirin. Têkildarî Balûken bi hinceta ku ‘ alavên qedexe xistiye girtîgehê’ ji 2 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Rûniştina vê dozê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê ya 3’emîn hate kirin. Balûken ê ku di Girtîgeha Sîncanê de tevlî rûniştinê nebû. Di rûniştinê de parêzera wî Reyhan Yalçindag Baydemîr amade bû.
Parêzer Yalçindag diyar kir ku di rapora kesên pêzan de hatiye diyarkirin ku ev ne cîhaza têkilîdanînê ya elektronîk e û xwest bila têkildarî Balûken biryara beraatê were dayîn.
Dadgeh bi sedema ku hêmanên sûc pêk nehatiye, biryara beraatê da.