Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken îdîayên “BDP siyasetê nake” bi îstatîstîkan derewand û got, li gel li kolana jî ew li Meclisê jî xebatekî aktîf birêve dibin. Balûken bibîrxist ku piraniya pêşniyarên wan li Meclisê tên redkirin, her wiha gotinên Bulent Arinç yên weke “têkildarî TMK’ê me ji çi partiyên siyasî pêşniyar negirtin” derewand.
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdris Balûken dema ku madeyê 7’mîn yê bûtçeyê dihat nîqaşkirin mafê axaftinê girt. Balûken derbarê xebatên wan yên li Meclisê hinek îstatîstîk aşkera kirin û wiha got, “Me di navbera Cotmeha 2011 û Îlona 2012’an de hezar û 121 pêşniyazpirs, 69 pêşniyarên zagonê, 227 pêşniyazên lêkolînê, hevdîtinek giştî, 2 pirsyare, axaftinên Lijneya Giştî, bikaranîna kursiyê û gelek xebatên din hatine kirin. Me 44 caran banga Lijneya Şêwirmeniyê kiriye, 44 caran pêşniyaza lêkolînê daxistiye, hemû pêşniyaz lêkolînên me hatine redkirin. Ez ji wan hevalên ku dibêjin ‘BDP siyasetê nake, BDP nabe perçeyek ji siyasetê’ bila temaşeyî vê tabloyê bikin û hinekê li ser bifikirin.”
Balûken destnîşan kir ku, ji ber ku çapemeniya alîgir li dijî wana kampanyayekî sansûr û reşkirinê daye destpêkirin, xebatên Koma BDP’ê yên li Meclisê ji nedîtî ve tê, her wiha hinek mijarên ku ji dervey rojevê jî wiha rêz kirin:
“Tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê, tundiya li dijî jinê, bûyera N.Ç, Erdheja Wanê, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn, azadiya çapemeniyê, salvegera mirina Hrant Dînk, windahiyên Silopiyê, pirsgirêkên Mêrdînê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, êrîşa li dijî Ahmet Turk ya di Newroza Êlihê de, girtina malên piştevaniya perwerdeyê yên şaredariyên BDP’ê, pirsgirêkên Mûşê, pirsgirêkên Stenbolê, darvekirina Denîz Gezmîş, girtinên li Rihayê, pirsgirêkên Qersê, salvegera Ahmet Arîf û lîste bi vî awayî dirêj dibe; tikaye ku hevalên dibêjin ‘BDP bi pirsgirêkên civakî, komanî ve eleqeder nabe, BDP bi pirsgirêkên giştî yên Tirkiyeyê ve mijol nabe’ bila li van xebatên ku min rêz kirine temaşe bike.”
‘227 PÊŞNIYAZ LÊKOLÎNÊN ME HATIN RED KIRIN’
Balûken da diyarkirin ku, wana 227 pêşniyaz lêkolîn dane Meclisê û pêşniyaz lêkolînên dane wiha aşkera kir: “Pirsgirêkên daraza serbixwe, azadiya çapemeniyê, pirsgirêkên ku teqawit jiyan dikin, mafê mezêxer, Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan, qedexeya li ser zimanê zikmakî, pirsgirêka Kurd, kuştinên kiryar nediyar, xwekujiyên leşkeran, Komkujiya Dêrsimê, pirsgirêkên tenduristî yên li girtîgehan, operasyonên ‘KCK’’ê, pirsgirêkên astengdaran, GAP, pirsgirêkên derdorê, projeyên HES’ê, xizanî, perwerde, tenduristî, tundiya li dijî jinê, pirsgirêkên mamostayên nehatine tayînkirin, pirsgirêkên sektora lawirvaniyê, sedemên bêkariyê, qezayên kar, koçberiya neçarî, qezayên trafîkê, projeya xweseriya demokratîk, astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkabûnê de, bê edaletiyên di pereyê asgarî de.”
Balûken diyarkir ku, “Di nava pêşniyaz lêkolînan de sedê 17 têkildarî pirsgirêkên derdor û afetê ye û derbazkirina wana ye.”
Balûken gotinên Bulent Arinç yên weke ‘Têkildarî TMK’ê me ji çi partiyên siyasî pêşniyar ne girtin, em li bendê ne ku di vê mijarê de hinek xebatên çêker bêne birêve birin’ bibîrxistin û Arinç derewand: “Me têkildarî TMK’ê nêzî 10 pêşniyar zagon kirin, mixabin yek jî cidî nehate girtin.”
Balûken aşkera kir ku, wana pirsgirêkên welat yên girîng yên weke, “Li dijî sûcên zayendê zêdekirina ceza, naskirina mafê reda wijdanî, di mûçeyê 65 saliyê de sererastkirin, di Zagona Xizmetê yê Nava Artêşa Tirk de guherîn, qedexeya li ser propagandaya Kurdî rakirin, navê “Dêrsim”ê îade kirin, sîgoratya bêkariyê, di Zagona Maden de guhertin, Cemxane bibin îbadetgeh” û gelek mijarên din yên bingehîn, her wiha Balûken axaftina xwe wiha berdewam kir: Pirsa weke “BDP’ê ji aştiyê re çi kir?’. Ezê tenê hinek sermijarên di axaftina komê ya di 14’ê Sibatê de bidim. Me wisan gotiye: Ji bo demokratîkbûya li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd çareser bibe pêwîste hemû dadgehên rayeya taybet bên rakirin, pêwîste hukmên antîdemokratîk yên di Zagona Tekoşîna li dijî Terorê bên derxistin, pêwîste kesên di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî piştevaniyekî siyasî, bi zagonekî taybet komîsyonekî aştiyê were avakirin, komîsyona aştiyê bi hemû aliyan re hevdîtinên vekirî bike, bikare pêşniyara pêşkêşî hikumet û Meclisê bike. Pêwîste astengiyên li pêşiya fikir, rêxistinbûnê û azadiya çapemeniyê rabin, girtinên siyasî bên rawestandin, tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin. Pêwîste pêşiya muzakereyan were vekirin. Operasyona bidawî bibin, PKK faliyetên xwe yên çekdarî rawestîne. Li ser bingehê xebatên makezagonekî nû, bi şeklekî cewherî lezê bidin xebatan.”
‘JI BO SÊ PARTIYAN TRILYON HENE; JI BO BDP’Ê QURÛŞ NÎNE’
Balûken destnîşan kir ku, pêşniyarên wan ev salek nayên cidî girtin, her wiha di derbarê pereyên partî ji xezîneyê werdigirin ev agahî dan: “Alîkariya dewletê ya ku di navbera salên 2008 û 2011’an de dane AKP’ê, ez li gorî pereyê berê dibêjim-396 trilyon 303 milyar lîra. Alîkariya ku dane CHP’ê 170 trilyon 531 milyar lîra; alîkariya ku dane MHP’ê 121 trilyon 303 milyar lîra. Yek qurûş jî nedane BDP’ê ku di parlementoyê de koma xwe heye û 24 partiyên siyasî yên di parlementoyê de koma wan tune ye. Eger wijdana we vê tabloyê qebûl bike, tiştekî ku em bêjîn tune ye, lê belê ger wijdana we jî qebûl neke û hûn pişta pêwîst nekin, em ew pereyê dewletê yên hûn ji bacên me distînin, em li we helal nakîn.”