Balûken: Gerîla ji bo vê xakê bike bihuşt, vedikişin

Balûken: Gerîla ji bo vê xakê bike bihuşt, vedikişin

Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, di mitînga "Rizgariya Demokratîk Jinana Azad" ya li navçeya Gimgima Mûşê pêk hat de nerazîbûn nîşanî Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç da û wiha got: "Ey Bulent Arinç, Ey AKP'yîno Gerîllayên HPG'ê ji bo ev axa ku we kiriye dohej dîsa bikin bihişt vedikişin. 

Rêxistina BDP'ê civîn û mîtingê xwe yên "Pêvajoya Çareseriyê" ku bi silogana "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" pêk tîne li navçeya Gimgimê ya Mûşê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de Serokwekîkê Koma BDP'e Îdris Baluken, Parlamenterên BDP'ê Sirri Sakik, Demîr Çelik, Husamettin Zenderlioglu, endamên û rêveberên BDP'ê, şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî amade bûn. 

Heyeta BDP'ê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. 

Bi hezara kesên ku li ber kargeriya Şaredariya Gimgimê kom bûn tev li mitingê bûn. 
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdris Baluken, bang li hezaran kesan kir û helwesta AKP'ê rexne kir. Balûken anî ziman ku gelê kurd, tevgera gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajoya aştiyê daye destpêkirin. 
Baluken, da zanîn ku tekoşîna gelê kurd mafê 40 milyon gelê kurd li rojhilata navîn daye qebûlkirin û rê li peş muzakere û diyalogê vekeriye. 

Baluken, da zanîn ku kesên heta niha gelê kurd înkar dikir û dixwest îmha bike li hemberî têkoşîna gelê kurd fam kirin ku rêya rast diyalog û muzakere ye. Baluken, anî ziman ku Rêbere Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû gelê Rojhilata Navin bigehê aştî û demokrasiye ava kiriye û wiha got: "Divê şert û mercên Birêz Ocalan ên muzakereyan jî bên avakirin. Divê birêz Ocalan azad bê berdan."

Baluken, xwest hemû mafê gelê kurd ên zagonî bkên qebûlkirin û helwesta Bulent Arinç, rexne kir. Baluken, Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç rexne kir û wiha got: "Ey Bulent Arinç, Ey AKP'î no Gerîllayên HPG'ê ji bo ev axa ku we kiriye dohej dîsa bikin bihişt vedikişin. We gelê kurt û tirk anî hemberî hev û Tirkiye kir gola xwînê. Gerîlla ji bo vê axê dîsa bike bihit vedikişe. Zarokên kurdan ji bo axa Kurdistanê û Tirkiyeyê dîsa bike bihişt vedikişe."