Bakirhan: Kesên hewl dan bi destê DAÎŞ’ê siyasetê dîzayn bikin, wê teqez bên darizandin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di merasîma bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê de axivî û diyar kir ku kesên hewl dan bi destê DAÎŞ’ê siyasetê dîzayn bikin, wê teqez rojekê bên darizandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, li navendên DAÎŞ’ê komkujî lê kiribûn protesto dike. DEM Partî ji bo kesên di 10’ê Cotmeha 2015’an di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê bîranînê lidar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Ji Kobanê heta niha li dijî barbariya DAÎŞ’Ê em mirovahiyê diparêzin” hate hilgirtin û gelek caran dirûşma “Kobanê dê nekeve” hate berzkirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bîranînê de axivî û got ku kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, ji bo piştevaniya li dijî DAÎŞ’ê hatibûn Gara Trenê ya Enqereyê. Bakirhan, wiha domand: “Heta dema em îro jî daxuyaniyeke demokratîk didin li dora me gelek hêzên ewlekariyê hene. Kamera hene, her kolan û cade hatine girtin. Lê her çi hikmet be, DAÎŞ’ê di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de li Gar, Amed, Pirsûs, Dîlok û Reyhanliyê li pêş çavên her kesî û bi rehetî komkujî kir. Vê jî gumanên ker kesî zêde kirin.”

Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku kesên ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê tevdîr negirtin şirîkên sûc in û wiha pêde çû: “Teqez dê roj were û kesên ev sûcê li dijî mirovahiyê kirin û yên çavên xwe lê girtin bên darizandin. Yên ku piştevaniya li dijî DAÎŞ’ê di darizînin hêj îro jî hucreyên DAÎŞ’iyan jinedîtî ve tên. Hêj niha jî li taxên Enqereyê jin weke cariye, zarok weke kole tên firotin. Gelo li pişt vê rêxistinê kî heye? Çima nabînin û mudaxile nakin?”

Bakirhan, got ku kesên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çûn bi destê DAÎŞ’ê hewl dan siyasetê dîzayn bikin û wiha derbirî: “Piştî van komkujiyan, yek ji rayedarên herî payebilind ê hikûmetê got; ‘dengên me zêde bûn.’ Bêyî ku şerm û fêdî bikin gotin; ‘dengên me zêde bûn.’ Ango ev komkujî bi kêrî karê hinek kesan hat. Sê çar tetîkkêş di dosyayê de tên darizandin lê yên ev komkujî plankirin tune ne. DAÎŞ, rêxistineke barbar a komkujer e. Ma dema li Kobanê komkujî dikir dê em çawa bêdeng mabûna? Bila kesek li qisûrê mêze neke lê pêşîlêgirtina wan komkujiyan berpirsyartiya me bû.

Hem plaka hem jî navnîşanên amûrên DAÎŞ’ê komkujî pê kiribûn tên zanîn. Lê kî hatin darizandin? Siyaseta kurd a demokratîk. Yên komkujî kirin nehatin darizandin, hewl dan wan pak derxînin. Yên li dijî barbariya DAÎŞ’ê tevlî piştevaniyê bûn hatin darizandin. Em van darizandinan nas nakin. Heke sûcek hebe, ew sûc DAÎŞ’ê kir û yên çavên xwe li wan girtin kirin. Lewma ji bo me tu hukmê van biryaran tune ye. Dê ev doz teqez rojekê têk biçe. Yên ku bi rêya DAÎŞ’ê xwestin siyaseta hundir dîzayn bikin, dê rojekê teqez bên darizandin.”

Bakirhan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt banga guftûgo û muzakereyan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Girtina kurdan, şoreşgeran û dostên kurdan tiştek bi Tirkiyeyê neda qezencekirin. Li her dera Tirkiyeyê çete ava bûne. Tirkiye veguheriye Teksasê. Ev çeteye di wesayîtên bi plakaya sor mirovan qetil dikin. Sedema van tevekan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Sedem ew e ku rê û rêbazên muzakere û gufgûgoyê nayên bikaranîn. Doza Kobanê dikariya bûbûya firsendek. Lê bi kar ne anîn. Banga me ji bo kesên hewl didin rêbazên tarî yên sedsala duyemîn bi kar tînin banga me ev e; siyaseta demokratîk li ser pêyan e û dema hevalên me xistin hucreyan xelas nabe. Dê teqez faîlên esasî yên van komkujiyan bên darizandin û em ê hesabê bipirsin.”