Bakirhan: Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got: “Heke hûn asayîbûnê bixwazin, wê demê bizanin ku çareserî bi qasîn giravekî nêzî we ye.”

CIVÎNA KOMA DEM PARTIYÊ

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya heftane de mijarên di rojevê de nirxand.

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Bakirhan axaftina xwe bi kurdî dest pê kir. Bakirhan, da zanîn ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî 92 sal berê Kovara Hawarê derxistine û ev kovar ji bo zimanê kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Bakirhan, wiha domand: “Di şexsê Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Apê Mûsa û Ferzad Kemanger de ez tevahiya kesên ji bo zimanê kurdî ked dayîn bi bîr tînim. Em bi kurdî binivîsin, bi axxivin û bi kurdî bifikirin.”

Bi domdarî Bakirhan diyar kir ku gelek astengî li pêşiya ziman û çanda kurdî hene û wiha pê de çû: “Li gel ku em di sedsala 21’emîn de ne, sînema, şano û konserên bi kurdî tên qedexekirin. Mixabin ev şerm hêj didome. Weke ku hûn jî dizanin, yên ku dibêjin li vî welatî înkar û pişaftin heye, yên daxwaza demokrasiyên dikin an tên qetilkirin, an tên sirgunkirin an jî tên darizandin. Yek ji girîngtirîn meseleya vî welatî, meseleya kurd e ku bi salan tune hat hesibandin. Hebûna bi milyonan kurdan hate înkarkirin, ji bo îspatkirina ku kurd ne kurd in gelek teoriyên ehmeq pêş xistin. Van teoriyan bi dehan sal bi vî welatî dan windakirin. Di demeke ku cîhan ji hêla zanist, teknolojî û demokrasiyê pêş diket de van hewl dan xelkê bi teoriyên kart-kurt bixapînin, mijûl bikin. Lê di dawiya dawî de çand û zimanê kurdî tevî van teoriyan jî hebûna xwe didomîne.”

Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em li rabûrdiya sedsalî dinêrin, me pêvajoyên ku li ser çareseriyê tê axaftin jî jiyan. Xelk dilxweş û aborî baştir bû. Çawa ku pêla tundiyê mezin kirin, dîsa bêhizûrî serdest bû. Dewletê ji bo tolê ji kurdan û muxalîfan hilîne, dozên tolhildanê xist meriyetê û xwest hesabê bipirse. Hemû kes pê dizane ku ev ne dozên hiqûqê ne. Ev doz dozên siyasî û yên tolhildanê ne. Dozên êrişkirina mafê siyaseta demokratîk e. Noqteya dawî ya înkarkirina kurdan a sedsala 21’emîn, ev doz in. Em bi dozeke ku daraz weke saziya kompasê tevdigere re rû bi rû ne. Binêrin; hevserokên me yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi dehan hevalên me yên HDP’î ji ber twîtekê dê 2 roj piştre ji Doza Kûmpasê ya Kobanê bên darizandin. Ev doz, weke dozeke kûmpasê de di meriyetê de ye. Dadger û dozgerên ev doz vekirin, yên karûbarên krîtîk îmze kirin tevek jî têkiliya wan a bi çete, mafya, rêxistinên sûcan re derketin holê.

Me kesên di civînên komê de tiliya xwe li gel dihejandin, yên gef dixwazin, ferman didan darazê bi hev re dîtin û bûn şahid. Ev doz ne tenê dozeke hiqûq û darazê ye; di heman demê de dozeke ku siyasetmedar jî tevlî bûne, dozeke ku ev siyasetmedar bûne dadger, dozger û polîsên wê. Li vî welatî heta niha darbe tenê li biryargehên artêşê nehatine amadekirin, her wiha li korîdorên edliyeyan hatin amadekirin û ketin meriyetê. Gelo ma bidarvekirina Adnan Menderes ne darbeya siyasî bû? Ma biryara 367’an ne darbeya siyasî bû? Ma kesên cubeya darazê li xwe kirin ev darbe nekirin? Belê mazlumên wê rojê hûn bûn, kurd, şoreşger û rewşenbîr bûn. Lê hûn piştî bûn îktîdar we zalimtî li xwe girt û bi heman awayî, bi rêya darazê hûn zilmê li kurdan, şoreşgeran û rewşenbîran dikin. Hûn hewl didin tolê hilîni. Li rexekî Doza Kompasê ya Kobanê û li rexa din jî hûn neheqiyê li Osman Kavala dikin. Hûn Can Atalay jî mîna HDP’iyan dîl digirin, îradeya gel tune dihesibînin. Yên ku van dozan hêjayî me û muxalîfan dibînin, lil hêla din kesên di doza JÎTEM’ê de yek bi yek ber didin û jê xelas dikin. Tirkiye van dibîne û dê ji bîr neke.

Ez li vir dibêjim ku dema dem û cihê wê hat, dê kesên kurd û rewşenbîr qetilkirin li welatekî demokratîk li pêşberî darazê hesaba vê bidin. Dema doza girtina AKP’ê hatî vekirin digotin; ‘di demokrasiyan de ya esasî ew e ku kesên îradeya gel hilbijartî birêve bibin.’ Baş e lê ma Gultan Kişanak nehatibû hilbiajrtin? Ma Selçuk Mizrakli nehatibû hilbijartin? Vaye em bi zîhniyeteke wiha re rû bi rû ne. Tiştên ku dema bi serê wan dihat digotin, piştî bûne îktîdar ji bîr kirin. Ma yên di dema doza girtinê de qala edaletê dikir hûn nebûn? Lê heke em niha pirsa edaletê bikin, li holê tiştek nehiştine. Niha şensek heye. Di serî de Doza Kompasê ya Kobanê, dawî li dozên siyasî yên mafê siyaseta demokratîk binpê dike bînin.  Heke hûn asayîbûneke rasteqîn bixwazin, wê demê di serî de Doza Kompasê ya Kobanê, dozên din bi dawî bikin.”

Di berdewamê de Bakirhan xwest ku îktîdar tavilê dawî li tecrîda muteleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne û wiha pê de çû: “Heta ev neyên kirin, li Tirkiyeyê rewşeke asayî û nerm çênabe. Birêz Ocalan kengî rola xwe ya têkildarî aştî û çareseriyê lîstibe, wê demê li welat refah hebû, hizûr hebû û ciwanan bi hêviyeke mezin li pêşeroja xwe dinihêrtin. Lê kengî mudaxileyî siyaseta demokratîk hatibe kirin; bêhêvîtî, krîza aborî û bi milyonan kesên bêhêvî derketin holê. Belê rast e asayîbûn rast e lê heke hûn asayîbûnê bixwazin, wê demê bizanin ku çareserî bi qasîn giravekî nêzî we ye.”

Bakirhan, bertek nîşanî operasyonên psîkolojîk ên li dijî parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê da û wiha got: “Derdorên qirêjî û tarî yên peyama gel fêm nekirin, li cihê xwe naskinin. Parlamenter û hevşaredarên me loqmeyên hêsan nînin. Her yek ji me neferên têkoşîna heqîqetê ne. Lewma tavilê dev ji van xwarina gefan berdin. Li kolanên welat cînayet tên kirin û ji her deverê çete derdikevin lê ev trol hatine pey derew û bêbextiyên li dijî Partiyê Ketine. Ev ne rojnameger, tetîkkêş in. Em careke din bang li îktîdarê dikin; van trolên xwe ji me dûr bikin.

Girîngtirîn meseleya Tirkiyeyê meseleya kurd e. Heta ev tê fêmkirin jî em ê her bibêjin. Nifteya çareseriyê, Tirkiyeyiya ku statûya kurdan û naskirina wan misoger dike ye. Sedema bingehîn a pirsgirêkan, yekperestî û neteweperestî ye. Pênaseya nasnameyê ya ku tevahiya kesên welat digire nav xwe, dermanê çareseriyê ye. Ji bo ku kurd bi ziman, nasname û statûya xwe bijîn, divê bingeha pêwîst bê amadekirin. Êdî dema hesabpirsîna ji komara kurdan tune dihesibîne ye. Rêya ewlehiya hundir û derve ya Tirkiyeyê, aştiya di navbera tirk û kurdan de ye. Heta ku ev aştî çênebe dê aborî, hiqûq, demokrasî û azadî her tim wiha di bin lingan de bin. Ewlehî bi top, tiveng û guleyan nabe. Bi operasyonên derveyî welat, avakirina kalekolan û parçekirin, înkar û pişaftina kurdan ewlehî nabe. Divê di navbera tirk û kurdan de aştiyeke civakî çêbibe û demokrasî û azadî bikevin meriyetê.

Duh bi şatefateke mezin paketa teserûfê eşkere kirin. Me jî mereq kir bê ka dê ji krîza aborî, xizanî û hwd. re bibe derman an na. Jê re dibêjin paketa teserûfê lê dema mirov lê dinêre dibîne ku tenê ji bo çavboyaxkirinê ye. Heke tiştên dibêjin tevekan jî bikin dikarin 100 milyar TL’an teserûf bikin. Lê tê payîn ku di sala 2024’an de bûdçe 2 trîlyon û 600 milyar TL’an li kêmiyê bide. Başe lê paketa teserûfê çiqas e? 100 milyar TL. Anku ji sedî 26 paran tenê pareke. Di sala 2024’an de deynê sermayeyê yê 2 trîlyon û 200 milyar TL paşguh kirine. Anku 22 qatê paketa teserûfê. Dê ji bûdçeya 2024’an ji bo şîrketa 162 milyar deynê garantî were dayîn. Anku hema hema 2 qatî paketa teserûfê ye. Heta ku ev pere ji bo van deran bên xerckirin, hûn ne paketa teserûfê hûn çi bikin jî nikarin aboriyê sererast bikin. Li şûna ku hûn çav ber didin pariyê nan ê karker û kedkaran, ji tank, top û guleyan teserûf bikin. Wê demê dê aborî xwe komî ser hev bike.”

Bakirhan, bal kişand ser hevdîtinên dîplomatîk ên piştî hilbijartinên 31’ê Adarê de û wiha pê de çû: “Dê hevdîtinên me bidomin. Ne tenê bi partiyên koma wan li Meclisê hene, em ê hevdîtinên xwe yên bi rêxistinên civaka sivîl û yên baweriyan jî bidomînin. Em hewl didin zemîneke hevpar ava bikin. Gelên me êdî dixwazin partiyên siyasî bibin navenda çareseriyê.”  

Bakirhan, 5 xalên di hevdîtinên partiyên siyasî de pêşniyar kirin wiha eşkere kir:

“*Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dê bi kêrî Tirkiye û Rojhilata Navîn bê. Em bi hev re çareseriyeke li ser bingeha muzakereyan pêş bixin. Bêyî vê çareseriyê sedsala nû ya Tirkiyeyê û destûra bingehîn jî nabin.

*Em mafê siyaseta demokratîk misoger bikin. Em Tirkiyeyê ji darbeyên leşkerî û siyasî biparêzin.

*Li dijî krîza aborî em bi aqilekî hevpar tevbigerin. Em mafê kedkar, xizan û civakê biparêzin. Civakê ji vê krîzê biparêzin.

*Dawî li êrişên li dijî mafên jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistin bînin û civakeke wekhev û azadîxwaz ava bikin.

*Ji bo aştiya civakî em heq û hiqûqa her kesî biparêzin û li dijî hiqûqa ji bo kurdan, kedkar, şoreşger û muxalîfan cuda tê bikaranîn derkevin. Em destûreke bingehîn a ku xwe dispêre demokrasiya herêmî û dabeşiya hêzan çêbikin. Werin em peyama gel a 31’ê Adarê bi hev re rast bixwînin. Em bi hev re aştî, edalet û aramiyê bînin vî welatî.”

Bakirhan herî dawî jî bang li tevahiya kurdên li Rojhilata Navîn dijîn kir û ev tişt anî ziman: “Em di serdemekî wisa de ne ku geşedanên li cîhanê qedera Rojhilata Navîn diyar dikin. Berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê me tevan. Berpirsyartiya herî mezin û dîrokî ya dikeve ser milê me jî yekitiya neteweyî ya gelê kurd e. Divê tu kes nekeve nava hewldanên yekitiya neteweyî xerab dikin. Divê berjewendiyên xwe ne deynin pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd. Ji ber ku gelê kurd di erefa serkeftineke mezin an jî windakirineke mezin de ne. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê her kurdekî. Yekitiya kurdan a li her çar parçeyan, li dijî tu kesî nîne. Dê bi kêrî kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn bê. Li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê jî gefek nîne. Berevajî vê, dê bi xwe re demokratîkbûn û azadbûnê bîne. Werin em bi hev re meseleya kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.”