Bajaroka Xatûniyê ya stratejîk ket kontrola HSD’ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajaroka Xatûniyê û Gola wê ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bajaroka Xatûniyê û Gola wê ji çeteyan rizgar kirin.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Xatûniyê û Gola Xatûniyê piştî demekê ku dorpêç kiribûn, ji çeteyan rizgarkirin.

Şervanên HSD’ê saet di 02.00’an di çarçoveya operasyona xwe de ji aliyê bajaroka Holê ve li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarokê Xatûniyê bicih bûne, pêşde çûn. Rêya di navbera Holê û Xatûniyê de ket bin kontrola şervanên HSD’ê. Li aliyê din şervanên HSD’ê herêma Siriyet El-Hecane û Mefast ji destê çeteyan rizgar kirin. Bi vê yekê hêzên HSD’ê bajaroka Xatûniyê û Gola wê dorpêç kirin û ew rizgar kirin.