Bablîsokê canek stend
Bablîsokê canek stend
Bablîsokê canek stend
Li gundê Çatalca yê navçeya Mêrdin Qoserê, bavê 7 zarokan Halîs Ataman gava erdê xwe av dida, li ber bablîsokê ket û jiyana xwe ji dest da.
Halîs Ataman ê 46 salî, ji ber bablîsokê bi metreyan bi hewa ket û dûre ket erdê û jiyana xwe ji dest da. Bavê 7 zarokan Ataman, gava ji avdana erdê xwe vedigeriya, li nêzî hewşa mala xwe li bablîsoke rast hat. Ataman piştî bi hewa ket, ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Gundiyan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Akyazi yê navçeyê jî, ji ber bablîsok û bagerê, gelek dar hilweşiyan. Fexriye Koçhan a li bexçê xwe bû jî, ji ber dar bi ser wê de ket, birîndar bû. Koçhan, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tê dermankirin.