Ayşe Denîz Karacagîl li Reqayê şehîd ket
Berxwedêra Gezî ya Antalyayê Ayşe Denîz Karacagîl di pêngava azadkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê de, şehîd ket.
Berxwedêra Gezî ya Antalyayê Ayşe Denîz Karacagîl di pêngava azadkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê de, şehîd ket.
Ayşe Denîz Karacagîl (Destan Temmûz) di pêngava azadkirina Reqayê de, roja 29'ê Gulanê şehîd ketiye.
Karacagîl di pêngava azadkirina Reqayê de, di nava Tabûra Azadiya Enternasyonala de şer dikir. Karacagil di şerê sibeha 29'ê Gulanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, şehîd ket.
Ayşe Denîz Karacagîl di dema berxwedana Geziyê de li Antalyayê tevlî çalakiyan bibû, bi hinceta ku pûşiya sor bikaraniye hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Têkildarî Karacagîl 2 dozên Geziyê hatibû vekirin û 103 sal cezayê girtîgehê jêre hatibû xwestin. Karacagîl di 6'ê Sibata 2014'an de dema ku hate berdan, piştre derbasî qadên azadiyê bibû.