Ayna: Bi bendavên ewlekariyê koçberiyê ferz dikin

Ayna: Bi bendavên ewlekariyê koçberiyê ferz dikin

Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku, di salên 90'an de bi şewitandina gundan kurd koçber kirin, niha jî bi bendavên ewlehiyê yên AKP'ê tên koçber kirin.

Parlementera BDP'ê ya Amedê li ser navê partiya xwe li meclîsê axivî û bal kişand ser HES û "bendavên ewlehiyê". Ayna diyar kir ku, li gelek cihên Tirkiyeyê li gel bertekên welatiyan HES hatin çêkirin, dîrok û çand tunekirin. Ayna da zanîn ku, bi bendava li Heskîfê çêdikin dîroka 12 hezar dê di bin avê de bimîne û bi bendavên li Mûnzûrê jî çêdikin komkujiya xwezeyî tên kirin.

'BI BENDAVÊN EWLEHIYÊ, JI AVÊ SEDA ÇÎNÊ PÊK TÎNIN'

Ayna aşkera kir ku, li şuna HES'an divê çavkaniyên bên nûkirin çêbikin. Ayna têkildarî "bendavên ewlehiyê" yên li herêmê tên çêkirin de wiha got: "Di salên 90'an de bi şewitandin û valakirina gundan kurd koçber kirin, niha jî bi bendavên ewlehiyê yên AKP'ê gelê herêmê rastî îskana bi zorê tê. AKP tenê li herêmê na, li hemû aliyên Tirkiyeyê HES'an çêdike. HES'ên wezîr di nav çavkaniyên ceyranê de nîşan dan li Tirkiyeyê tenê 50 salan xwe digirin. Ji bo 50 salan hemû xweşikbûnê xwezayî yên Tirkiyeyê, mekanên dîrok di bin avê de tên hiştin û çavkanî tên windakirin. Îcreatekî din ya sosret 'bendavên ewlehiyê' derketin pêş me. Bendavên ewlehiyê bi armanca nixumandinê hinek tiştên biçûk yên enerjiyê lê zêde dikin lê armanca wê ewlehî ye. Ramana kesên Seda Çînê avakirin di salên 2000'an de hatin nûkirin. Îro li ser navê ewlehiyê bi barajên ewlehiyê Seda Çînê çêdikin. Pirsgirêka Kurd bi van rêbazan nayê çareserkirin. Tenê rêbazekî çareseriya pirsgirêka Kurd heye ew jî nasîna mafên kolektîfin."

Ayna destnîşan kir ku, li Cîhan û herêmê ji ber şerên enerjiyê her roj bi hezaran kes tên qetilkirin û wiha axivî: "Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji ber têkiliyên desthilatdariyê gelên Kurd û Filistîn pirsgirêkan dijîn. Her tim ev gel di pêvajoyên dagirkirina av û enerjiyê de kirin qurban. Gelê Kurd êdî nedibe qurban û ne jî dibe perçeyekî têkiliyên desthilatdaran.