Aydin Erdem li ser gora xwe hate bibîranîn

Aydin Erdem li ser gora xwe hate bibîranîn

Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ê di 6'ê Kanûna 2009'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin li ser gora xwe ya Goristana Taxa Rîsînê hate bibîranîn.

Piştî girtina DTP'ê li Amedê di 6'ê Kanûna 2009'an de bûyerên ku derketibûn de polîsan xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem qetil kiribûn. Erdem di salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Taxa Rîsînê li ser xwe hate bîranîn. Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo tevlî merasîmê bibin bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê ji Amedê derketin rê û hatin goristanê.

Ji bilî malbatê Dayikên Aştiyê, hevserokên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê, hin hevşeradar û rêveberên MEYA-DER'ê jî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Girseya tevlî merasîma bîranînê bû, li taxa Çinaraltiyê kom bû û bi dirûşmên "Şehîd namirin" "Rêheval Aydin Erdem bêmirin e" heta goristanê meşiya. Di meşê de posterên Erdem hilgirtin.

Piştî ku girse gihîşt li ser gorê li vir rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê jî nûnerê MEYA-DER'ê ya Mêrdînê Feyat Îldemîr diyar kir ku ji ber ku Aydin Erdem li dijî polîtîkayên sîstemê sekiniye ji aliyê polîsan ve hatiye hedefgirtin. Îldemîr feraseta faşîst şermezar kir. Îldemîr ê ku nirxandina "Em ê di riya ku şehîdên me nîşan dane de em ê girêdayî bîranîna wan bibin" kir anî ziman uk îro bi saya wan li Kobanê şoreş pêk tê.

Piştî axaftinan ji bo Erdem dua hatin kirin û girse bi dirûşman ji goristanê veqetiya.