Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Aydar: Dinya êdî rastiya PKK'ê hîn bi hêsanî dibîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, biryarên li ser PKK'ê yên li Bruksel û Luksemburgê nirxand û got, "Dinya êdî rastiya PKK'ê hîn bi hêsanî dibîne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar yek ji dehan kesan e, ku li Belçîkayê di çarçoveya lêpirsîna sala 2006'an de hate darizandin. Aydar qala pêvajoya dozê kir û encamên siyasî, hiqûqî yên biryarên der barê PKK'ê de hatine dayin kir.

SÛC NÎNE, JI BER XWE VE DERXISTINE

Li ser çawanî û argumanên doza li Belçîkayê kir û got, "Ev doz di çarçoveya lêpirsînekê de sala 2006'an dest pê kir. Operasyonê sala 2010'an dest pê kir, dozger sala 2015'an îdîaname amade kir. Ji wê demê ve em, dozger û parêzerên dewleta Tirk li dadgehan tên pêşberî hev.

Sala 2016'an rûniştin pêk hatin. Di hiqûqa Belçîkayê de tiştekî wiha heye: Dema ku îdîanameyek tê ber destê dadgehê, destpêkê dozger, parêzer û dadger li hev rûdinên û qebûlkirin an jî neqebûlkirina îdîanameyê dinirxînin. Ya me jî di wê astê de bû. Di rûniştinan de îdîaya me wiha bû: Sûcekî ku li Belçîkayê hatiye kirin nîne. Sûc ji ber xwe ve hatiye afirandin. Wekî din, tevger tevgereke terorîst nîne. Bi gotina 'endam û rêveberên rêxistineke biyanî' nabe ku hûn me darizînin. Li Kurdistanê şer heye û hûn nikarin vê yekê weke terorê bi nav bikin. Parastin di vê çarçoveyê de hate kirin. 3'ê Mijdara 2016'an biryara destpêkê eşkere bû. Wê demê dadgeh ji dadgerekî pêk dihat. Dadgeheke jêrîn bû. Dadgehê biryar da û diyar kir, 'PKK rêxistina terorê nîne, van mirovan sûc nekirine, ez nikarim van darizînim'. Dozger û dewleta Tirk îtiraz kir. Çû ber destê dadgeheke bilindtir. Sala 2017'an rûniştin pêk hatin. Heyeteke berfireh a ji sê dadgeran hebû. Wan jî biryara dadgeha jêrîn pejirandin û 14'ê Îlona 2017'an biryareke duyemîn a berfireh hate dayin. Dozger û dewleta Tirk careke din îtiraz kirin, çûn temyîzê, çû ber destê Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di mijara ûsilê de biryar da. Di dosyayê de ya ji Dadgeha Bilind hat, hate xwestin ku dozger argumanan lêkolîn bike. Doz bi vî rengî xera bû. Sala 2018'an ji nû ve rûniştin pêk hatin. Rûniştina destpêkê Îlona 2018'an pêk hat. Rûniştina dawî jî 17'ê Çileya 2019'an pêk hat. Dadgehê eşkere kir ku wê biryara xwe meha Adarê ragihîne û dosya girt. 8'ê Adarê jî biryar hate eşkerekirin. Di biryara dawî de ji yên beriya wê bêhtir berfireh, xurt, bi naverok û rêk û pêk mijarê dinirxîne. Bi 50 rûpelan diyar kir ku bûyer şer e, ev yek bi terorê nayê îzahkirin û kesên tên darizandin sûc nekirine."

DI NAVA SÊ SALAN DE PÊNC BIRYAR HATIN DAYIN

Aydar anî ziman, di nava sê salan de li Brukselê ji aliyê heyetên cuda yên dadgeran pênc biryar hatin dayin û got, "Di doza me de hem weke şexs hem jî weke sazî em 37 kes bûn. Piştî ku hevala me Fîdan Dogan (Rojbîn) hate şehîdxistin em daket 36 kesan. Doza din li dijî Kurdekî li Belçîkayê bû. Îdîaya ku der barê kesê bi navê Faysal Çolak (yê di dozê de hate darizandin) dihate kirin wiha bû: Hin malzemeyên teknîkê ji Belçîkayê kiriye û şandiye Başûrê Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistina terorê' dihate sûcdarkirin. Îdîa dikirin ku ew malzeme li qada leşkerî dikare bê bikaranîn. Ew kes demekê li girtîgehê ma. Di doza wî de jî du caran biryar hate dayin. Di ya yekemîn de dadger ji bo PKK'ê got, 'rêxistina terorê nîne, nabe ku em darizîne'. Îtiraz lê hate kirin. Dadgeheke bilindtir biryarek dişibe ya der barê me biryar da. Yanî di nava sê salan de bi gotina 'PKK rêxistineke terorê nîne' pênc biryar hatin dayin. Lê belê heyetên dadgehê cuda bûn."

'EM LI BENDÊ NE KU BIRYARÊN HATINE DAYIN BÊN PEJIRANDIN'

Aydar da xuyakirin, dewleta Tirk û dozger biryar careke din birin temyîzê û diyar kir, "Îdîa hîn negihaştiye ber destê me. Em ê bersiva wan bidin. Wê niha ji nû ve biçe ber destê Dadgeha Bilind. Em li bendê ne ku biryarên heyî ji aliyê Dadgeha Bilind ve bên pejirandin."

ŞERT Û MERCÊN KU RÊ LI BER BIRYARAN VEKIRIN

Zubeyîr Aydar, şert û mercên ku rê li ber van biryaran vekirin vegot û got, "Dinya tev zane ku gelê me, tevgera me li dijî DAÎŞ'ê fedakariyeke çawa kirine û çiqas berdêl dane. Lê belê ev welat hîn jî me û DAÎŞ'ê di heman lîsteyê de dihêlin. Lîsteyên Yekîtiya Ewropayê û DYE'yê siyasî ne. Biryarên ku ji bo hin armancan hatine dayin e. Ev yek neheqiyeke mezin e. Biryareke siyasî ye. Bêguman konjonktura siyasî bandorê li van dike. Bandoreke çawa dike? Demeke dirêj ên li derveyî tevgera me qala tevgera me kirin. Derfetên me yên propagandayê bi qasî yên dewleta Tirk nîne, derfetên dîplomasiya me jî ewqasî nîne. Ji ber vê yekê tevneke berfireh a çapemeniyê tevgera me her tim nebaş nîşan da. Têkoşîna me ya li dijî dewleta Tirk tê wê wateyê ku têkoşînek li dijî welatekî NATO'yê, welatekî endamê Konseya Ewropayê û welatekî ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê danûstandinan dike. Tirkiye dostê van welatan e. Lewma têkoşîna me bi xweşiya van hikumetan neçû. Di nava konjonktureke wiha de ev lîste amade kirin. Tevgera me bi rengekî nebaş dan nasandin. Piştî ku tevgera me xurtir bû û qada navneteweyî bêhtir li me vebû, derfetên me yên dîplomasiyê û xwevegotinê zêde bûn. Wekî din, bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, bi taybetî Bihara Ereban û bûyerên piştî wê li herêmê qewimîn, bûyerên li Sûriye û Iraqê qewimîn, xurtbûna hêzên selefî mîna DAÎŞ û El Nûsra, piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo van hêzan, têkoşîna me ya li dijî van hêzan ku bi berdêlên mezin hate kirin, dengvedana têkoşîna Kurdan li nava raya giştî ya dinyayê, mîna bûyera Kobanê, têkbirina DAÎŞ'ê bi destê Kurdan, eşkerebûna rûyê rast ê Erdogan, siyaseta Tirkiyeyê ya ku li berjewendiyên dinya rojava nayê, têkiliyên bi Rûsyayê re, piştgiriya Erdogan ji bo Îslamiyan û gelek projeyên din ên Erdogan, kir ku qada navneteweyî bêhtir li me vebe. Vê yekê rê li ber tiştekî wiha vekir: Kurd jî tiştekî dibêjin, em li wan jî guhdarî bikin. Berê ji ber pêşhukman li dengê me guhdarî nedikirin. Piştî ku guh dan me, mafdariya me jî eşkere bû. Li her devera dinyayê, dema ku li me guhdarî dikin û bê pêşhikum nêzî me dibin, dibînin ku em mafdar in. Em niha di pêvajoyeke wiha de ne. Ev pêvajoya mafdariyê hem bandorê li raya giştî ya konjonktura nû dike, hem jî bandorê li dadgeh û hikumetan dike. Lewma konjonktur û karên me kir ku encamên ji bo me erênî derkevin holê. Niha jî jê bêhtir tê kirin. Dinya êdî rastiya Kurdan hîn bi hêsanî dibîne. Ev girîng e."

DOZA LI DIJÎ LÎSTEYA 'TERORÊ' HATE VEKIRIN

Li ser doza ku li dijî lîsteya 'terorê' ya Yekîtiya Ewropayê hatiye vekirin Aydar got, "Sala 2014'an li Luksemburgê li dijî lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê doz hate vekirin. 15'ê Mijdara 2018'an biryar li ser vê dozê hate dayin. Biryar ji bo me erênî bû. Di biryarê de ji Yekîtiya Ewropayê re hate gotin, 'Bi van argûmanan hûn nikarin PKK'ê sûcdar bikin, hûn nikarin wê di lîsteyê de bigirin, ev argûman derbasdar nînin'. Lewma lîsteyên salên 2014, 2015, 2016 û 2017'an betal kir. Lê belê Yekîtiya Ewropayê bi rengekî otomatîk ji nû ve xist nava lîsteyê. Di wê dozê de jî rewş wiha ye: Yekîtiya Ewropayê biryar bir temyîzê. 25'ê Çileyê daxwaznameya xwe da. Li gorî hincetên xwe hen. Parêzerên me jî bersivê didin wan. Di vê navberê de îsal ji nû ve xistin lîsteyê. 9'ê Çileyê lîste nû kirin. 7'ê Adarê li dijî lîsteya nû doz hate vekirin. Li Luksemburgê yek jê li temyîzê, ya din jî li dadgeheke jêrîn li dijî lîsteyê du doz didomin."

'LÎSTE TÊK ÇÛ'

Der barê bandora lîsteya 'rêxistinên terorê' li ser têkoşîna gelê Kurd Zubeyîr Aydar got, "Lîsteya terorê ne tenê zerarê dide tevgerê, di heman demê de gelekî zerarê dide girseya Kurdan. Li gelek deverên cuda tehdeyê li gelek mirovan dike. Tên darizandin, tên lêpirsîn, pêşî li wan tê girtin, di burokrasiyê de dibin hedefa astengiyan. Lîsteya terorê zerarê dide aştiyê. Xizmetê ji wê yekê re dike ku zilma dewleta Tirk girantir bibe. Destê şerxwazan xurtir dike, destê aştîxwazan lawaz dike. Lewma li dijî lîsteya terorê em ê ji aliyê hiquqî, siyasî û dîplomatîk ve bikevin nava hewldanên mezin. Lîste niha bi biryarên dadgehê bêbingeh bûye. Di fermiyetê de hîn jî didome, lê belê lîste ji bo me têk çûye, bê bingeh e. Ji aliyê hiqûqî ve lîste têk çûye, divê em vê yekê di pratîkê de jî pêk bînin."

SIBE: Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal bandora biryarên dadgehan ên ji bo PKK'ê li ser bereya siyasî nirxand...