ATÎK, YJKE û FEDA'yê ji bo meşa li Kolnê bang kir

ATÎK, YJKE û FEDA'yê ji bo meşa 2'ê Adarê ya li Kolnê ku wê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê pêk were banga tevlîbûnê kirin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, welatên Ewropayê li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê xwe ker, kor û lal dikin û diyar kir, bi têkoşîna xwe re ew dikarin mûxalefeta civakî bixin nava liv û tevgerê û bi vî rengî grevên birçîbûnê bixin rojeva welatên Ewropayê.

ATÎK'ê bang li hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û bidawîkirina tecrîdê tevlî meşa 2'ê Adarê ya li Kolnê bibin.

Tevgera Jinên Kurd li Elmanyayê (TJKE) jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku bêdengiya saziyên navneteweyî careke din nîşan daye ku divê gelê Kurd û dostên wan têkoşînê geş bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna bê xurtkirin wê pêşî li şehadetan bigire û tecrîdê ji holê rake." TJKE'yê bi vê mebestê bang li jinan, Kurdistaniyan û dostan hemûyan kir ku beşdarî meşa navendî ya 2'ê Adarê ya li Kolnê bibin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)j î berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê silav kir û got, "Wezîfeya me ye ku em bi berxwedêran re bin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesên xwedî wijdan kir ku 2'ê Adarê saet 11'an li Kolnê beşdarî meşê bibin.