Asûrî-Suryanî dixwazin ku Swêd lêborînê bixwaze

Komele û saziyên Asûrî-Suryanî-Keldaniyan ên li Swêdê têkildarî kuştina Palme, ji Swêdê xwestin ku ji ber sûcdariyên neheq lêborînê ji Kurdan û koçberan bixwaze.

Asûrî-Suryanî-Keldanî, ku li Swêdê nifûsa xwe zêdeyî 100 hezar kesî ye, di lîgên cuda de bi dehan klûbên xwe yên sporê hene, zêdeyî 50 dêrên xwe hene, li gelemperiya welêt bi sedan komele û lokalên xwe hene, li nava desteya wezîran wezîrekî xwe û li parlamentê jî 4 parlamenterên xwe hene, koma koçberan a herî zêde entegreyî civaka Swêdê bûye.

Sazî û rêxistinên Suryanî bal kişandin ser hedefnîşandana Kurdan a piştî kuştina Olof Palme û diyar kir ku vê yekê bandor li Asûrî-Suryanî-Keldaniyan jî kiriye ku bi salan bi Kurdan re li ser xaka Mezopotamyayê bi hev re bûn. Nûnerên sazî û rêxistinên Suryanî dibêjin, Swêd divê destpêkê ji Kurdan piştre jî ji komên koçber hemûyan lêborînê bixwaze.

Nûnerê Swêdê yê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Yahkûp Nûhomo bi bîr xist ku di bûyera kuştina Olof Palme de PKK û Kurd bêsûc hatine dîtin, lê tevî vê yekê jî hikumeta Swêdê lêborîn ji wan nexwestiye ku ev yek kêmasiyeke girîng e.

Nûhomo got, "Berpirsyariya exlaqî ya hikumeta Swêdê ye ku vê kêmasiyê çareser bike û mexdûriya ji ber komploya anîn serê gelên bindest, çareser bike. Ji ber ku komployên li Swêdê zerareke mezin da Kurdan, Suryaniyan.

Bi navê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê beriya bi salan em tevlî rûniştina doza PKK'ê ya li Dîwana Edaletê ya Ewropayê bûn û me piştgiriya xwe nîşanî PKK'ê dan. Ji ber ku ragihandina PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' bêedaletî ye û biryareke ku ji bo berjewendiyên bi Tirkiyeyê re ye. Biryara ku dadgeha Belçîkayê di vê çarçoveyê de da ev nêrîna me piştrast kir.

Piştî ku eşkere bû berpirsyariya kuştina Olof Palme bi zanebûn xistine stuyê PKK'ê, ti bingeh û sparteyeke hiqûqî nema ye ku hebûna PKK'ê li nava lîsteya rêxistinên terorê mafdar nîşan bide."

Nûnerê Ewropayê yê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Yaşar Kuçukaslan jî bal kişand ser sûcdarkirina PKK'ê ya têkildarî bûyerê û destnîşan kir ku ev helwesta li dijî gelê Kurd û PKK'ê bandoreke neyînî li Asûrî-Suryaniyan jî kir.

Kuçukaslan got, "PKK tevgereke siyasî ye ku pêşengiyê ji têkoşîna civakî û neteweyî ya gelê Kurd re dike. Gelê Kurd û gelên li herêmê diparêze. PKK ti carî nebû rêxistineke terorîst. Lê belê yên ku mohra terorê lê dan, hem zerar dan gelê Kurd hem jî zerar dan gelên herêmê."

Kuçukaslan destnîşan kir ku heman piştî girtina bûyera kuştina Palme ya ku divê Swêd yekser bike ew e ku ji Kurdan, Asûrî-Suryaniyan û gelên bindest lêborînê bixwaze, PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxîne û bi vî rengî şaşitiya ku beriya 34 salan kiribû sererast bike.

Parlamenterê Partiya Çep Tony Haddoû yê bi eslê xwe Suryanî diyar kir ku sûcdarkirina PKK'ê weke 'rêxistineke terorê' nêzîkatiyeke siyasî ye û got, "Demeke dirêj sûcên giran li Kurdan hate kirin. Gelek bi hêsanî kirin hedef. Ambargoya aboriyê danîn ser Kurdan. Neheqiyeke gelekî mezin kirin. Li her devera Ewropayê cihêkarî li Kurdan kirin."

Haddoû destnîşan kir ku Partiya Çep têdikoşe ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.