Li Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî û tinekirinê yên demên dawî de, xetên ragihandinê jî hatin qutkirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku ev pêkanîn bi Qanûna Ewlekariya Hundir re ketiye meriyetê û bi vê yekê re mafê wergirtina agahiyan a gel hatiye astengkirin.
Ji 24'ê Tîrmehê dema destpêkirina bomberdûmana qadên gerîla û vir ve, tevî ajansa me ANF, DÎHA û ETHA, gelek malperên ajans û nûçeyan hatin qedexekirin. Li gel vê yekê, di dema operasyonan de mafê xwegihandina înternetê jî tê astengkirin. Hesabê twitter û facebookê yên gelek rojnamevanan ji ber sedemên cuda, tên astengkirin. Hiqûqnasan dan xuyakirin ku ev rewş ji ber xalên Paketa Ewlekariya Hundir derketiye holê.
'EM Ê BANDORÊN NEYÎNÎ YÊN PAKETÊ DI ROJÊN PÊŞ DE BÊHTIR BIBÎNIN'
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Şaxê Wanê parêzer Umît Dede li ser mijarê nêrînên xwe ji ajansa me re ragihand û got, "Dema weke welatî min serlêdan kir, operatoran îdîayeke bi vî rengî qebûl nekirin. Lê belê bêyî sparteyeke qanûnî bi fermana ji hikûmetê werdigire re serî li pêkanîneke bi vî rengî didin. Ev yek rewşeke bi temamî li dijî hiqûqê ye û operator ji ber ku nikarin li ber zextên polîsan bisekinin, bi hincetên 'pirsgirêk di xetê de heye' vê rewşê pêşkêşî muşteriyên xwe dikin. Di vir de armanc; astengkirina mafê xwegihandin û ragihandinê yê gel e. Mînak; eger wê serdegirtin li hemberî malekê were kirin, tê astengkirin ku muwekîl xwe bigihîne me yan jî xizmên xwe. Bi vî rengî ewlekariya can û mal dikeve rewşeke xetere.
Li aliyê din, astengkirina ragihandinê, tê wateya pêşîgirtina li wergirtina mafê nûçeyan ê gel. Eleqeya xwe bi medya civakî re heye, astengiya mafê girtina nûçeyan, mafê hînbûna rastiyan e. Ev yek rê li ber diltirsiyeke mezin vedike. Eger hûn operasyoneke qanûnî dikin, çima hûn serî li rêbazeke bi vî rengî didin? Diyare ku karekî li dijî hiqûqê dikin. Di paketa ewlekariya hundir de guhertinek heye, lê dema em li operatoran digerin, çima ji me re nabêjin? Dibêjim 'pirsgirêkeke teknîkî heye, em ê çareser bikin'. Eger karekî qanûnî bûya wê operator ev ji me re bigota. Lê belê qanûneke ku ji her alî ve gefê li ewlekariya can û mal dixwe. Di rojen pêş de em ê bandorên vê yên neyînî bêhtir bijîn. Ya ku ev meheke li Tirkiyeyê diqewime, betalkirina hiqûqê ye. Ev hemû pêkanîn li dijî hiqûqê ne. Dixwazin atmosfereke welê biafirînin ku nîşan bidin li vê herêmê her tişt normal e."
'BI QANÛNA EWLEKARIYA HUNDIR RE MAFÊ RAGIHANDINÊ TÊ ASTENGKIRIN'
Parêzer Cemal Demîr jî da xuyakirin ku paralelî operasyonên çavtirsandina civakê re, mafê ragihandinê yê gel, mafê wergirtina agahiyan û nûçeyan, mafê xwegihandina înternetê li Kurdistanê di demên dawî de bi awayekî cidî hatine astengkirin.
Demîr anî ziman ku der barê vê de ji saziyên pêwendîdar heta niha daxuyaniyeke bi aqil û li gorî hiqûqê nehatiye dayîn, ev yek jî rewşeke manîdar e. Demîr got, "Bi vê yekê re dixwazin bêhiqûqiyên xwe yên li vir, înfazên bêdaraz, pêkanînên li dijî hiqûqê yên hikûmeta bê erk, bikin ku gel nebihîze û nebîne. Bi taybetî, li gorî paketa ewlekariyê ya hundir biryarên tedbîrên îdarî yên bêyî biryara dadgeriyê ji aliyê TÎB'ê ve tên girtin, nîşan didin ku destwerdan li ser daxwaza hikûmetê tê kirin. Lewma ev yek astengkirina mafê wergirtina agahiyan e ku di destûra bingehîn de cih digire. Di nava mehekê de destnîşankirina tedbîra îdarî li ser hin hesabên twitter, facebook û malperên nûçeyan, encama vê ye. Halbûkî ev mafê destûra bingehînî nabe ku ji aliyê dadgeriyê ve jî bê astengkirin. Lewma ev, bi awayekî vekirî binpêkirina destûra bingehîn e.
Welatî di berdêla vê de fatûreyan didin. Ji ber ku berdêla vê nagirin, zerarê dibînin. Ev yek tengavkirina rêyên hiqûqî ye. Mafê her welatiyan heye serlêdana qanûnî bike. Astengkirina maf û azadiya wergirtina agahî û nûçeyan, bipêkirineke cidî ye. Welatî mexdûr dibin. Ji bo çareserkirina vê mexdûriyetê, dikarin mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin."