Astengkirina înternetê ya li Kurdistanê ket rojeva Meclîsê

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê astengkirina înternetê ya li bajarên Kurdan de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Ragihandinê Ferîdûn Bîlgîn kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê astengkirina înternetê ya li bajarên Kurdan de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Ragihandinê Ferîdûn Bîlgîn kir.

Parlamenter Sariyildiz da xuyakirin ku piştî komkujiya li Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an, li Şirnex û navçeyên wê înternet/3G a operatorên GSM bi temamî qut bûye.

Saryildiz ji Wezîr Bîlgîn bersiva van pirsan xwest:

"Di ser 3G de astengkirina înternetê li Şirnex û navçeyên wê, biryara dewletê ye? Eger biryara dewletê be, wê demê sedem û sparteya vê ya qanûnî çi ye? Ji operatorên GSM re kengî biryara astengkirina înternetê di ser 3G de hatiye ragihandin?

Astengkirina mafê xwegihandina înternetê yê welatiyan, gelo binpêkirina mafê azadî û wergirtina agahiyan ê destûra bingehîn nîne?

Çima bi taybetî înterneta di ser 3G de li bajarên Kurdan hatiye qutkirin û leza înternetê ya di ser EDGE û GPRS de kêm bûye?

Gelo rasthatine ku ev astengiya înternetê heman piştî komkujiya li Pirsûsê rû daye?

Astengkirina înternetê di ser 3G, parçeyek ji sansura li hemberî çapemeniya mûxalîf e?"