Aslan ê girtî: Bila her kes bibe parçeyek ji berxwedanê
Yaşar Aslan ê ku ev 27 sal in girtiye, got, ''7 hezar girtî li girtîgehan di grevê birçîbûnê de ne, ev bi serê xwe serkeftinek e'' û bang li gel kir ku bibe parçeyek ji berxwedanê.
Yaşar Aslan ê ku ev 27 sal in girtiye, got, ''7 hezar girtî li girtîgehan di grevê birçîbûnê de ne, ev bi serê xwe serkeftinek e'' û bang li gel kir ku bibe parçeyek ji berxwedanê.
Yek ji girtiyê ku di 1'ê Adarê de dest pê kir jî Yaşar Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê ye. Yaşar Aslan ê ku 27 sal in girtî ye, bi rêya malbata xwe peyam şand û wiha got: "Piştî me dest bi çalakiyê kir, zextên li ser me zêdetir bûn û tecrîd girantir bû. Demeke dirêj e rojnameyê nadin me. Radyoyên me ji destê me girtin. Tenê televîzyonên nêzî hikûmetê bi me didin temaşekirin. Em nikarin çapemeniya biyanî bişopinin. Hevalên me yên ku 4 meh in di grevê de ne hene. Rewşa tenduristiya hevalên me giran in. Vîtamîna B-1 nadin wan. Niha em 7 hezar girtiyên siyasî di grevê de ne. Em ji niha ve bi ser ketine."
'DIVÊ EV BERXEDAN WEKÎ AŞÛTÊ MEZIN BIBE
Aslan, herî dawî bang li hemû kesên derve kir û wiha got: "Niha 7 hezar girti li girtîgehê di grevê de ne û li ber xwe didin. Ev serkeftinek mezin e. Em ji gelê xwe dixwazin ku her kes tevlî nava berxwedanê bibe. Divê berxwedana gelê me wekî aşûtê mezin bibe. Me bedena xwe daye ber mirinê û em li dijî tecrîdê radiwestin. Ya girîng divê ji milên din jî berxwedan geş bibe. Divê her kes bibe parçeyekî vê berxwedanê."