Aşar û Gumuş li Hezexê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin

Velî Aşar û Ramazan Gumuş ên li Hezexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin hatin defnkirin.

Cenazeyên Velî Aşar (18) û Ramazan Gumuş ên li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê hêzên dewleta Tirk di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin û piştî bi rojan karên wan ên otopsiyê bi encam bûn ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hatin wergirtin, ji bo defnkirinê anîbûn Hezexê. Aşar û Gumuş piştî merasîma cenaze ya bi tevlîbûna hezaran kesî ve li navenda Hezexê pêk hat ve li rex hev hatin defnkirin.

Têkîldarî rewşa dawî ya Hezexê jî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ragihand ku niha li navçeyê aramî heye û hewl tê dayîn ku xirbe bên rakirin.

Encu da xuyakirin ku Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz ê hat Cizîrê bi Waliyê Şirnexê re hatiye Qeymeqamtiya Hezexê û li vir bi rayedarên dewletê yên li navçeyê re civîn li dar xistiye. Encu ji ber tevî rayedarên dewletê dibêjin “operasyon bi dawî bûn” jî qedexeyên kolanan dewam dike nerazîbûn nîşan da, got: “Dibêjin operasyon bi dawî bûn, jixwe du tax bûn. Domandina qedexeya kolanan nayê qebûlkirin. Nahêlin mirov werin malên xwe, em vê napejirînin. Jixwe qedexeya kolanan biryareke ne hiqûqî û ne exlaqî bû. Eger wek hûn dibêjin operasyon bi dawî bibin, qedexeyê jî rakin ku bila mirov vegerin malên xwe.”