Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Til Rifat kirin: 4 sivîl birîndar bûn

Di êrîşa artêşa Tirk a li Til Rifatê de, îro 4 sivîl birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Kantona Şehbayê îro jî dewam kir. Di êrîşên dewleta Tirk a ku hema hema her roj li dijî Kantona Şehbayê dewan dike, îro jî êrîş bire ser Til Refatê. Di encama êrîşê de 4 welatiyên Ereb birîndar bûn. Birîndar hatin rakirina nexweşxaneya Efrîn, êrîşên dewleta Tirk a bi obusan ku bi qasî saetekê dom kiriye bê navber dewam dike.

Til Rifat 9’ê Tebaxê yek ji herêma herî bingehîn a Şehbayê ku weke kanton bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve hate îlankirine û 15’ê Sibata 2016’an Hêzên Şoreşger ji weke OSO tê binavkirin û çeteyên dewleta Tirk in ve hatibû rizgarkirin.

Til Rifat a ku ji berê ve weke navenda çeteyên girêdayî dewleta Tirk bû, ji roja ku hatî azadkirin ve bi dijwarî bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Gelê herêmê didin diyarkirin ku Til Rifat bi awayekî dijwar bi topan tên bomberdûmankirin.