Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê ku agahiyan dispêre çavkaniyê herêmê, artêşa Tirk a dagirker îro saetên piştî nîvoryê li herêma Geliyê Pisaxa ya Heftanînê ku girêdayî Zaxo ye, sivîlên ji bo geştê û avdaniya bax û baxçeyên xwe yên herêmê dan ber topan. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de hêjmarek xelkê sivîl birîndar bûne û birîndar jî rakirine nexweşxaneyên Zaxoyê.
Artêşa Tirk a dagiker ku bi rêyên hewayî, çekên giran, gelek caran jî bi rêyên bejahî êrîşê xelkê sivîl yên Başûrê Kurdistanê dike, ji duh ve bi bi top û hewanan li xelkê herêmê ku îro ji bo betlanyê berê xwe dane herêmê dide.
Dîsa li gorî çavkaniyeke din, artêşa Tirk bi zanabûn 2 wesayîtên sivîlan kirine hedef û di encama vê êrîşê de, welatî birîndar bûne. Birîndar jî rakirine nexweşxaneyên herêmê.
Hat diyarkirin ku ji ber berdewama êrîşê, welatiyên sivîl nikarin xwe bigihînin cihê bi ewle.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku duh jî balafirên şer ên artêşa Tirk herêm bombe kiribûn lê ti ziyan negihiştibûn xelkê herêmê.