Artêşa Tirk bombeyan diavêje Kîlîs û Reyhanliyê!

Artêşa Tirk ji bo êrîşên xwe yên li dijî Efrînê erwa bike, bombeyan diavêje Kîlîs û Reyhanliyê. Ji duh ve 20 roket li her du bajaran ketin. QSD'ê got, "Ti eleqeya me bi êrîşan re nîne."

Ji duh ve herî kêm 20 roket li navenda bajarê Kîlîsê û li navçeya Reyhanli ya Hatayê ketin.

Xisar li gelek mal, kargeh û wesayitan bû. Li Kîlîs û Reyhanliyê timî ji hoparlorên şaredariyê anons li welatiyan tê kirn û ji wan re tê gotin, "ji malên xwe dernekevin". Tê gotin, 50 kes birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek dabû û gotibû, "Ji bilî nava sînorê Efrînê û herêmên wê, hêzên me li ti cihî nexistiye." 

Wekî din ji danê sibehê ve li ser xeta sînor a navçeya Kirikhan a Hatayê gelek top hatin avêtin.