Artêşa Sûriyê ji sivîlan xwest Kuseyr'ê biterikînin
Artêşa Sûriyê ji sivîlan xwest Kuseyr'ê biterikînin
Artêşa Sûriyê ji sivîlan xwest Kuseyr'ê biterikînin
Artêşa Sûriyê bi belavokan bang li sivîlên li bajarê Kuseyr ê li herêma Hûmûs'ê kir, ku bajêr biterikînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP, ku xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî ya nav nade, artêşa Sûriyê ji hewayê belavokan belavî bajêr dike.
Çavkaniyê mijara gotinê dibêje; "Bi van belavokan re ji gel tê xwestin ji bajêr derkeve. Her weha ji bo terikandina bajêr jî 'rêyeke ewle' nîşan dide. Di belavokê de gef tê xwarin, ku eger komên çekdar teslîm nebin, wê dest bi êrişê bikin."
Artêşa Sûriyê ber bi bajarê Kuseyr, ku nêzî saleke di bin kontrola komên çekdar de ne, bi rê ket. Hat îddîakirin, ku şervanên ser bi Hîzbûllah a Libnanê jî piştgiriyê didin artêşê.
Li gorî agahiyên ji çekdarên li herêmê hatin wergirtin jî, ev bajarê 35 kîlometre li başûrê Hûmûsê ye, ji sê aliyan ve ji aliyê hêzên hukûmetê ve hatiye dorpêçkirin û di rewşa heyî de 25 hezar kes lê dijîn.
Ji ber ku ev bajar nêzî Libnanê ye, tê gotin ev cih ji bo komên çekdar xwedî girîngiyeke stratejîk e. Komên çekdar dikarin rêya ji vê derê diçe Şamê bibirin û tevgera artêşê asteng dikin.
Di vê navberê de, Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye da xuyakirin, ku di bûyerên dijwariyê yên roja pêncşemê de li gelemperiya welêt 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin, ku ji van 72 kesan, 33 jê "raperîner", 21 jê sivîl û 18 jê leşker in.