Anatomiya pêvajoyekê; Kê maseya li Îmraliyê qeliband?-4

Li salona nû ya li zîndana Îmraliyê û li dora maseya mezin a li vê odeyê hat danîn, civîna yekemîn hat lidarxistin.

9'ê Çileya 2015, Îmrali...

Li salona nû ya li zîndana Îmraliyê û li dora maseya mezin a li vê odeyê hat danîn, civîna yekemîn hat lidarxistin.

Di civînê de ji HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Sirri Sureyya Onder, ji heyeta dewletê heyetek bi serokatiya Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû û Ocalan Ocalan amade bûn.

Ocalan civîn vekir û got, "Em îro civîneke dîrokî lidar dixin. Pêvajoyek diqede, em dikevin pêvajoyeke nû. Em karekî gelekî watedar dikin. Ji bo vê jî divê em bilezînin. Birêz Dervîşoglû hûn jî mîna min zarokekî gel in, ez bawerim ku em ê vî karî bi hev re çareser bikin."

Piştî ku Dervîşoglû ev gotinên Ocalan erê kir, nîqaşê destpê kir.

Di hevdîtinê de li ser naveroka pêvajoya muzakereyê ya destpê bike û detayên wê yên teknîkî axaftin hat kirin. Dema ku heyeta dewletê nerazîbûna ji hin daxuyaniyên KCK'ê anî ziman, Ocalan bal kişand ser pirsgirêkên ji ber bêcidiyeta hikûmetê û neavêtina gavan. Ocalan ji heyeta dewletê ya li dora maseyê re ragihand ku girtiyên nexweş jî nehatiye berdan û ne exlaqî ye ku mijareke bi vî rengî ya însanî bibe mijara bazariyê. Ji xwe heyeta HDP'ê diyar kir ku Davûtoglû di hevdîtineke beriya demeke kurt de ji wan re gotiye, "min dest li bernedana girtiyên nexweş werda, min berneda."

Di hevdîtina duyemîn a li dora maseyê de ku di destpêka meha Sibatê hat lidarxistin, nîqaş hat kirin ku alî daxuyaniyeke hevpar bidin, pêvajo bi zelalî bimeşe û alî bikevin bin berpirsyariyê, wê kêrhatî be. Piştî ku di vê mijarê de li hev hat kirin, metnekî hevpar hat amadekirin. HDP'ê metnek amade kir û pêşkêşî heyeta dewletê kir. Heyeta dewletê jî piştî demekê metnekî din amade kir û radestî rêveberiya HDP'ê kir. Di vê metnê de gavên ji bo çareseriyê werin avêtin tinebûn, bi tenê rê û rêbaza çekdanîna PKK'ê dihat nivîsandin. HDP'ê ev metîn pêşkêşî rêveberiya KCK'ê kir. KCK'ê nerazîbûneke tund nîşanî vê metnê da û red kir. Cemîl Bayik di bernameyeke televîzyonê de bi gotina, "Bila henekê xwe bi me nekin, em ne zarok in" bersiv da vê helwesta AKP'ê.

HDP'ê diyar kir ku metna ji aliyê heyeta dewletê ve hat amadekirin, li ruhê axaftinên li dora maseya li Îmraliyê nayê û bersiva "eger alî vê metnê qebûl nekin, em ê aşkera nekin" da.

Demîrtaş piştre bi gotina, "AKP ji me dixwaze em Ocalan û Qendîlê bixapînin", polîtîkaya li ser partiya wan dihat ferzkirin aşkera dikir.

Ji bo krîza li ser mijara metna mutabaqata hevpar çareser bike, di 27'ê Sibata 2015'an de careke din çû Girava Îmraliyê. Û li dora maseya mezin a ji bo muzakereyê hatibû amadekirin, civîn hat kirin. Ocalan metna heyeta dewletê û metna HDP'ê lêkolîn kir û ji bo her du bibin metnek bi tenê, bi her du heyetan re dest bi nîqaşan kir. Di encamê de jî metna li Qesra Dolmabahçeyê hat ragihandin, derket holê. Û heyeta dewletê û heyeta HDP'ê yên ji Girava Îmraliyê vegeriyan, li hev kirin ku piştî rojekê yanî di 28'ê Sibatê de daxuyaniya hevpar were dayîn. Dewletê bi xwe xwest civîn li Qesra Dolmabahçeyê bê kirin.

Rewşa ji niha û pê ve qewimî, em ji Demîrtaş guhdarî bikin:

"Aşkerakirina metna ji aliyê Birêz Ocalan ve hat amadekirin bi civîneke hevpar, daxwaza me jî bû. Dema heyeta me çû wê derê, li ser şêweyê rûniştinê pirsgirêkeke biçûk derket. Heyeta hikûmetê li Erdogan geriya û agahî da. Erdogan jî got, 'Li ser piştîn bi vî rengî biçûk nesekinin, daxuyaniyê bidin' û bi vî rengî xwest civîn pêk were."

Erdogan ê ku ji bo pêkhatina civînê tevlî mijarên ewçend teknîkî jî dibû, piştre wê bigota haya min ji civînê tineye û civînê karekî şaş dibîne.

Di dawiya dawî de bi daxuyaniya dîrokî ya 28'ê Sibatê re, metna mutabaqatê ya ji 10 xalan pêşkêşî gel hat kirin. Lê belê hikûmetê piştî daxuyaniya li Dolmabahçeyê bi tenê li beşa 'danîna çekan' aliqî û pêvajo manîpule kir.

Halbûkî li gorî axaftinên li Îmraliyê hatin kirin û lihevkirina derket holê, pêvajo wê bi vî rengî dewam bikira;

Ocalan bi tevlîbûna endamên nû li heyeta heyî re, heyeta xwe ya muzakereyê ava bikira. Heyeta dewletê, weke du hevdîtinên dawî, wê di hevdîtinan de cih bigirta. Heyeta li ser navê dewletê li wir amade, diviyabû xwedî erka biryardayînê bûya.

Heyeta Şopandinê ya bi mutabaqata her du aliyan re bihata avakirin, wê hewl bida bi alternatîfên xwe re rewşên gengaz ên xitimandî çareser bikira. Heyeta çavdêriyê di heman demê de wê alî kontrol bikira ku di pratîkê de li gorî peymanê gavan diavêjin an na.

Alî wê xal bi xal hemû serenav nîqaş bikira û ji bo formulekirina naveroka hin xalan, komîsyonek ji hin kesên pispor bihata avakirin.

Di encama lihevkirinê de jî wê sererastkirinên qanûnî bihata kirin. Xala herî dawî ya 10 xalên di 28'ê Sibatê de hatin aşkerakirin, guhertina destûra bingehîn bû.

Lê belê ji ber ku pêvajoya hilbijartinê bû, kes ne li bendê bû ku beriya 5'ê Nîsanê guhertina qanûnî bê kirin. Bendewariya tevgera Kurd bi vî rengî bû;

Mutabaqata derkeve holê ji aliyê aliyan ve bê îmzekirin, gavên beriya hilbijartinê werin avêtin bên avêtin, guhertinên ji aliyê meclîsa nû ya piştî hilbijartinê ava bibe ve bên kirin, bi vê peymanê re bên ewlekirin...

Eger pêvajoya muzakereyê ji bo aliyan bigihaşta encameke serketî, komîsyona meclîsê were avakirin û hevdîtin bi Ocalan re bihata kirin, hingî wê rojeva Kongreya PKK'ê zelal bibûya. Ji xwe Ocalan dabû xuyakirin ku ew ê bi navbeynkariya komîsyonê, peyameke girêdar bişanda.

Li hemberî van gavên mezin ên Ocalan, hînê nexşeyeke rê ya hikûmetê tinebû. Li hemberî pêngavên Ocalan hewl dida polîtîkayê bike. Hikûmeta ku di mejî de hînê Kurd weke gelekî qebûl nake, nedihat payîn ku ji bo vê çareseriyê gavê biavêje. Lê belê Ocalan timî digot, 'Divê em dewletê hînî aştiyê bikin'. Û israr kir ku divê pêvajo dewam bike.

Di hevdîtineke 5'ê Nîsana 2015'an de ku heyetên HDP û dewletê lê amade bûn, Ocalan nêrînên xwe yên li ser peyama Newrozê û hilbijartinê ragihand. Navê kesên di Heyeta Şopandinê de cih bigirin, careke din hatin nirxandin. Û piştî Newrozê wê Heyeta Şopandinê tevî Heyetên HDP û Dewletê li dora maseya muzakereyê ya li Girava Îmraliyê biciviya û pêvajo bi vî rengî bi awayekî fermî destpê bikira.

Lê belê ev hevdîtin bû civîna dawî ya bi Ocalan re hat kirin.

Ji xwe beriya hevdîtina 5'ê Nîsanê hat gotin mase nîne, muzakere nîne, Dolmabahçe nîne û bi vî rengî maseya 'ji bo çareseriyê' li Îmraliyê hat danîn, hat qelibandin.