Amîn: Divê Erdogan ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin
Parlamenterê Partiya Keskan a Swêdê Jabar Amîn destnîşan kir, ku Erdogan sê xalên Peyman Romayê binpê kiriye, lewma divê li pêşberî dadgeha navneteweyî ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
sêşem, 23 reşemiyê 2016, 07:10
Parlamenterê Partiya Keskan a Swêdê Jabar Amîn destnîşan kir, ku Erdogan sê xalên Peyman Romayê binpê kiriye, lewma divê li pêşberî dadgeha navneteweyî ji ber sûcê li dijî mirovahiyê bê darizandin.
Amîn pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîra Karên Devre ya Swêdê Margot Wallstrom kir û jê pirsê, ku ji bo darizandina Erdogan amade ye bikeve nava hewldanan an na. Amîn da xuyakirin, ku bêdengiya hikûmeta Swêdê li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bi taybetî komkujiyên li Cizîrê, cihê şermê ye. Pêşniyar pirsa Amîn wê sibe li Parlamenta Swêdê bê nirxandin.
Amîn diyar kir, piştî ku xeyalên sûltaniyê bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de têk çûn, AKP'ê li dijî gelê Kurd şer îlan kir û bi dorpêçkirina bajarên Kurdistanê, bi qedexeyên derketina derve û tirsa li nava bajaran diafirîne re gelê Kurd bi awayekî kolektîf ceza dike.
Amîn destnîşan kir, ku dewleta Tirk û Erdogan sê xalên Peymana Romayê binpê kirine û divê Erdogan ji ber sûcê qetilkirina sivîlan, girtina sivîlan û îşkenceya li sivîlan, bê darizandin.
'NABE KU EWROPA LI PÊŞBERÎ QIRKIRINA KURDAN BÊDENG BIMÎNE'
Amîn da xuyakirin, ku dewleta Tirk qirkirinê tîne serê gelê Kurd û wiha axivî: "Nabe ku Ewropa li pêşberî vê bêdeng be. Rejîmên li Rojhilata Navîn rejîmên karên ne li rê dikin û mafên mirovan binpê dikin. Hin ji wan hînê bi cîhadiyan re hevkariyê dikin. Ji ber vê yekê divê welatên weke DYA, Elmanya, Fransa û Swêd li hemberî polîtîkay êrîşkariyê ya Erdogan derkevin."
'BÊDENGIYA SWÊDÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'
Ji bo pirsa 'Hikûmeta Swêdê ya bi polîtîkayeke femînîst a derve pesnê xwe dide, çima li pêşberî qetilkirina jin û zarokên li Kurdistanê bêdeng e?' Amîn ev bersiv da: "Hikûmeta ku em jî di nav de hene, di vê mijarê de polîtîkayeke welê dimeşîne ku mirov jê şermê dikin. Mixabin ez mecbûrim vê bêjim."
Amîn da zanîn, ku li Tirkiye û Kurdistanê komkujiyên herî mezin û binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di vê demê de diqewimin û destnîşan kir, ku bêdengiya Swêd û Yekîtiya Ewropayê di vî warî de ne tiştekî were qebûlkirin e.
'GIRÎNG E ÇALAKIYÊN AŞTIYANE Û BÊÎTEATIYA SIVÎL WERIN BIRÊXISTINKIRIN'
Amîn ji bo gelê Kurd ê rastî ambargo û êrîşan tê ev mesaj da: "Divê rêbaza têkoşîna li dijî rejîmên bi dîktatoriyê tên birêvebirin protesto be. Pêwîste destûr neyê dayîn ku Erdogan bigihêje armanca xwe. Girîng e çalakiyên aştiyane û bêîteatiya sivîl werin birêxistinkirin. Divê gel nerazîbûna xwe li kolanan bi çalakiyên protestoyî nîşan bide."