Amedsporê Kastamonûspor 1 û 0 têk bir

Amedsporê li deplasmanê Kastamonûspor a li pey xwe 1 û 0 têk bir û di têkoşîna şampiyoniyê de serkeftineke girîng bi dest xist.

Amedspor a di Koma sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de têkoşîna şampiyontiyê dide, di hefteya 35’emîn de li deplasmanê bi Kastamonûspor a li pey xwe re maç lîst. Amedsporê Kastamonûspor 1 û 0 têk bir. Maça ku di qenala TFF’ê ya Youtubê de bi awayekî zindî hate weşandin, ji aliyê 160 hezar kesan ve hate temaşekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi ekranên mezin ên li Park Orman û Meydana Kentê danîn re malovaniya bi deh hezaran alîgiran kir. Alîgirên ku otobusên şaredariyê bêpere veguhestin, di tevahiya maçê de ji bo tîma xwe dirûşm berz kirin. Li Wan û Êlihê jî alîgiran di ekranên mezin ên şaredariyan danîn de maç temaşe kirin. Encama maçê li Amedê bi kefyxweşiyeke mezin hate pîrozkirin. Alîgirên Amedsporê encama maçê bi konvoyên wesayîtan ên nava bajêr geriyan re pîroz kirin.

DI DEQÎQEYA 3’YEMÎN DE AMEDSPORÊ GOL AVÊT

Di maça ku li Stada Gaziyê ya Kastamonûyê hate lîstin de, Amedsporê di deqîqeya 3’yemîn de gol avêt. Gola wê Eyup Ozkan avêt. Dewreya yekemîn bi vê skorê qediya.

DEWREYA DUYEMÎN BÊGOL DERBAS BÛ

Di dewreya duyemîn de Amedsporê xwe vekişand defansê û tîma dijber zexta xwe zêde kir. Amedsporê gogeke hevrika xwe li ser xêza qaleya xwe vegerand. Kastamonûspor ji 3 pozîsyonan û Amedspor jî ji 2 pozîsyonan sûd wernegirt. Bi vî awayî maç bi serkeftina Amedsporê ya bi 1 û 0’ê bi dawî bû.

Bi vê skorê Amedsporê ferqa pûanê ya di navbera hevrika xwe Kastamonûspor a li pey xwe derxist 6’an û bi 77 pûanan rêza xwe ya yekemîniyê parast. Amedspor a di lîgê de 3 maçên wê man, bi vê skorê serkeftineke girîng bi dest xist.