Amed, Riha û Hatay li dijî destgîrkirina li qadan bûn

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê li Amed, Riha û Hatayê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama ‘Em serî natewînin’ hatin dayîn.

Li gelek navendan destgîrkirina rêveberên HDP’ê yên berê û niha û parlamenterên berê yên HDP’yî hat şermezarkirin.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî destgîrkirin û binpêkirina mafên mirovan li Semta Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê û pankarta “Dev ji zimanê cihêkar b erdin û bila destgîrkirin bi dawî bibin” vekirin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ucaman daxuyanî da. Ucaman diyar kir ku li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd konsepta şer êdî xistine dewrê û polîtîkayek nijadperest tê birêvebirin.Ucman bal kişand ser bûyerên destidirêjî û êrişên nijadperest ên li dijî kurdan û got ji ber zimanê cihêkarê îqtîdarê ev bûyer pêk tên û polîtîkaya necezakirina kiryaran van bûyeran zêdetir dike. Ucman bal kişand ser binçavkirina HDP’iyan û got hêj îro nûnerên rêxistinên civakî di nav de hene operasyon hatiye lidarxistin û divê îqtîdar dawî li zimanê xwe yê êşkenceyê û bêhiqûqiyê tîne dawî bîne û xwest bila muzakere ji nûve werin destpêkirin û aştî pêk were.

RIHA

Rêxistian HDP’ê ya Rihayê jî destgîrkirina HDP’iyan bi çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî operasyonên destgîrkirinan da û got tevî hevî hemû operasyonan jî HDP mezintirdibe.

HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskendûrana Hatayê jî li avahiya xwe daxuyanî da û operasyonê şermezar kir. Rêveberên partiyên siyasî û mafnasan piştevanî da HDP’ê. Hevserokê HDP’a Navçeyê Nevzat Guzel xwest siyasetmedar demildest werin berdan û got: “Ne partiyek û ne jî xelkek ku li ber hesabên we yê hilbijartinê serê xwe bitewîne heye. Hûnê di van operasyonên xwe de bi ser nekevin.”