Amadekariyên ji bo 'Erdogan not welcome' zû dest pê kirin
Serokkomarê Tirk Erdogan wê 28-29'ê Îlonê li Berlînê hevdîtinan bike. Ji bo protestokirina Erdogan, gelek saziyan dest bi kampanya "Erdogan not welcome" (Erdogan tu bi xêr nehatiye) kirin.
Serokkomarê Tirk Erdogan wê 28-29'ê Îlonê li Berlînê hevdîtinan bike. Ji bo protestokirina Erdogan, gelek saziyan dest bi kampanya "Erdogan not welcome" (Erdogan tu bi xêr nehatiye) kirin.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dema dawî têkiliyên xwe yên bi hikumeta Xiristiyanên Demokrat/Sosyal Demokrat a Elman re xurt dike, ji sala 2014'an û vir ve yekemcar bi awayekî fermî serdana Berlînê dike.
Dihate plankirin ku Erdogan beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê bê Berlînê. Lê belê rêveberiya Berlînê ditirsiya ku ev yek wê were wateya desteka vekirî ji bo desthilatdariya AKP'ê, lewma biryar da ku serdana Erdogan 28-29'ê Îlonê were kirin.
Erdogan ku wê bi heyeteke ji 80 kesî bê Berlînê, wê ji aliyê Serokkomar Frank Walter Steînmeîer ve li ser xalîçeya sor bi protokola dewletê were pêşwazîkirin. Erdogan dixwaze bi serdana xwe ya du rojan hevkariya stratejîk, siyasî û aborî ya bi dewleta Elman re xurtir bike. Li ser serdana Erdogan, siyaseta Elman bûye du parçe.
ROJA 29'Ê ÎLONÊ WÊ XWEPÊŞANDANEKE MEZIN A PROTESTOYÎ WERE LIDARXISTIN
Ji bilî partiyên CDU/CSU û SPD ên li hikumetê, hemû partiyên mûxalefetê bi tundî li ber pêşwazîkirina Erdogan a bi vî rengî radibin. Di serî de saziyên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî, sendîka, komeleyên jinan, partiyên siyasî û komên çep amadekariyan dikin ku Erdogan protesto bikin.
Bi vê armancê platformek bi navê 'Erdogan not welcome' hate avakirin. Platforma ku ji gelek sazî, organîzasyon û tevgerên aştiyê pêk tê, dest bi amadekariya xwepêşandanê kir.
Ji bo karibe xwe bigihîne gelek mirovan, platformê bi navê "erdogannotwelcome.wordpress.com" malpereke înternetê vekir. Daxuyaniyek li ser malperê hate weşandin û hate gotin, Erdogan li şûna ku mîna Çavûşoglû bi servîsa çay bê pêşwazîkirin, divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê were darizandin.
Platform wê di dema hevdîtina Erdogan a bi rayedarên hikumeta Elman re, 29'ê Îlonê saet 12'an li qada Neptunbrunnen a li meydana Alexanderplatzê xwepêşandaneke girseyî li dar bixe. Ne tenê ji Berlînê û derdora wê, tê payin ku ji tevahiya Ewropayê tevlîbûn li xwepêşandanê were kirin.