Siyasetmedara Partiya Keskan Katrîn Gorîng-Eckardt, beşdarî bernameya sibehê ya qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê bû û xwest, pêkanînên Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel eşkere kir, bi cih werin anîn.
Gorîng-Eckardt rexneya "Hişyariyên we giştî dimîne û pêkanîn jî bi cih nayên anîn" li hikumeta bi serokwezîriya Angela Merkel kir.
'DIVÊ PÊKANÎN ŞÊNBER BIN'
Rêveberiya Partiya Keskan xwest, hedefa pêkanîna aboriya Serokkomarê Tirk Erdogan be û got, "Aliyê herî hesas ê Erdogan aborî ye. Dema ku li wî alî bê dayin, hingî gelekî zû aciz û hêrs dibe."
Katrîn Gorîng-Eckardt anî ziman, pêkanînên aboriyê jî mîna hişyariya ger û geştê bi gotinên giştî hatiye ragihandin û ev bang li hikumetê kir: "Divê pêkanîn şênber bin. Mînak, divê garantiya krediyê ya Hermes, ku ji bo îxracat û razemeniyên şîrketên Elman ên l Tirkiyeyê bê birrîn."