NÛ BÛ

Alî Haydar Cîlasûn jiyana xwe ji dest da

Yek ji pêşengê Tevgera Elewiyan û Serokê Rûmetê yê Tevgera Elewiyên Demokrat Pîr Alî Haydar Cîlasûn di 27'ê Kanûna 2016'an de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê malbatê bi îmzeya Tûçhan Tolgay û Emrah Cilasûn ve hatin dayîn, Pîr Cîlasûn ê ku di 24'ê Gulana 1930'an de ji dayîk bibû, di 27'ê Kanûna 2016'an saet 08:10'an de çavê xwe li jiyanê girt û li ser miraza wî bi merasîmekî taybet hate veşartin.

Daxuyaniya ji aliyê malbatê ve hate dayîn wiha ye:

Ji bo bîranîna Alî Haydar Cîlasûn 

Alî Haydar di nava têkoşîna jiyanê de ku şahidî ji gelek êş û azarên gelê Kurd û bi taybet civka Elewî re kiriye. Di jiyana xwe ya têkoşer de bi sedan berme nivîsan û bi wan berheman jiyana civak Elewî û bi taybet zilm û zoriya ku li ser dihatin meşandin ji bo nifşên pêşerojê vedigûhest. 

Hunermendekî bi sedan çîrok û helbest di jiyana xwe de vehundibû her wiha şanoger jî bû. Nûnerê ekola Brecht û Stanîslawskî yê Tirkiyeyê bû.

Di 12'yê Adarê rojên reş û tarî de deriyê xwe ji şoreşgeran re verkir. Piştî Qetlîama 77 a Gulanê ku rizgar bû ji Tirkiyeyê derket.

Li Elmanyayê statûya xwe ya şoreşgeriyê dewam kir. Ji qitaya Ewropayê heta Avûstûryayê bi dehan car der ket ser dikê û şano pêkêş kir. Di salên 80-90'an de di dehan flmên sînema û diziyên televîzyonan de rol lîst. Di heman demê de piştgiriya hemû têkoşînên gelê hejar dikir. Li gel şoreşgerên ku di 12'yê Îlonê de rizgar bûn, mala xwe ji şoreşgerên ku ji Îraniyan, Perûyan, DYA û Erîtreliyan re vekir.

Piştî jiyan ewqas bi êş û kul û nexweşiyên giran di 27'ê Kanûna 2016'an saet 08:10'an de jiyana xwe dest da.

Serê me sax be, hûn sax bin!

Ruçhan Tolgay 

Emrah Cîlasûn"