Alfonsî : Divê welatên Ewropayê demildest bikevin tevgerê
Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Françoîs Alfonsî yê ji Korsîkayê got, divê welatên Ewropayê demildest ji bo grevên birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê.
Parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Françoîs Alfonsî yê ji Korsîkayê got, divê welatên Ewropayê demildest ji bo grevên birçîbûnê bikevin nava liv û tevgerê.
Endamê Partiya Neteweyî yê Korsîkayê (PNC) û parlamenterê berê yê Parlamenta Ewropayê Françoîs Alfonsî, li ser helwesta welatên Ewropayê ya di derbarê çalakiya li Strasboûrgê ku kete roja 70’î û êrîşên li dijî Rojava, nêrînên xwe bi nameyekê parve kir.
Alfonsî bal kişand ser nameyeke ku 6 parlamenterên Meclîsa Neteweyî ya Fransayê li ser çalakiya greva birçîbûnê ji Wezîrî Karên Derve Jean-Yves Le Drian re nivîsî ne. Alfonsî diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî hemû rêgezên hiqûqê ye û grevê birçîbûnê jî li dijî vê tecrîdê tên kirin. Di nameyê de tê gotin, "Dema name hate şandin, ji 17 çalakgeran 7 jê tenduristiya wan di asteke krîtîk de bû. Hevserokê KCDK-E’yê ku nûnertiya saziyên Kurdan ên li Ewropayê dike Yuksel Koç, rakiribûn nexweşaxaneyê."
Alfonsî, daxwaza çalakgeran a li dijî tecrîdkirina Ocalan ku ev 20 sal in di destê dewleta Tirk de dîlgirtî ye, bi bîr xist û got, çalakî li ber Parlamenta Ewropayê pêk tê. Alfonsî anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî ji zindanê hatiye berdan jî çalakiya xwe domandiye.
François Alfonsî bi bîr xist, Kurdên li Ewropayê hefteya bihurî li Strasbourgê meşeke mezin pêk anîne û got, "Mîlîtanên Kurd di nav biryardarî û fedakariyeke derasayî de ne. Gelê Kurd têkoşîna xwe hem li welatê xwe hem jî li penaberiyê bi biryardarî û bi heybet dimeşînin."
Anfonsî got, dewleta Tirk di nav bê hiqûqî û êrîşeke mezin de a li dijî Kurdan tevdigere, lê li hemberî vê bêdengî heye û wiha pêde çû: "Dewleta Tirk ji vê bêdengiyê hêzê digire û êrîşî Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdan dike. Piştî ku serokê DYE'eyê Donald Trûmp eşkere kir ku wê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne, dewleta Tirk gef û êrîşên xwe yên li ser herêma xweser a Rojava zêde kir."
Alfonsî di nameya xwe de polîtîkaya Fransayê jî rexne kir û got, "Li hemberî vê êrîşkariya Dewleta Tirk û Erdogan, tu rêgirî û dijberiya Fransayê çênebû. Ev gef û êrîşên dewleta Tirk metirsî ne û heke neyên rawestandin wê pêşî li metirsiyên mezintir jî veke. Divê welatên Ewropayê bi lezgînî di van mijaran de polîtîkayên xwe li ber çav re derbas bikin."