Aktivîteyên çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê didomin
Kurdistaniyên ku ji bo dawîanîna qetlîamên dewleta Tirk, çalakiya rûniştinê ya ku li Strasboûrgê dane destpêkirin berdemam dikin. Di roja 9. a çalakiyê de aktivîteyên cuda hatin kirin.
Kurdistaniyên ku ji bo dawîanîna qetlîamên dewleta Tirk, çalakiya rûniştinê ya ku li Strasboûrgê dane destpêkirin berdemam dikin. Di roja 9. a çalakiyê de aktivîteyên cuda hatin kirin.
Çalakiya rûniştinê ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk ê li ser Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa (AK), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin di roja 9. de didome. Çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan başdar bûne, bi aktivîteyên cuda berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya ku nêzî 250 Kurdistanî tevlî bûne, di beşa îro de gelek rêzehevdîtin hatin kirin. Heyeta ku ji aliyê komîteya çalakiyê ve hat avakirin, bi nunerên daîmî yên welatên Konseya Ewropayê ziyaret kirin, ciwanan jî li navenda bajar bi hezaran belavok belav kirin, têkildarî rewşa tê jiyîn gel agahdar kirin. Di konê çalakiyê de jî rêzeaktivîte hatin lidarxistin. Di aktivîteyê de helbest hatin xwendin û stran hatin gotin û şehîdên “Xwerêveberiyê” hatin bîranîn.”
Îro têkildarî mijara beşdarbûna Asûrî – Suryaniyan panelek hat lidarxistin. Panel ji aliyê delegasyona Asûrî – Suryaniyên Ewropa ve hat organîzekirin. Di axaftinên di panelê de hat gotin ku ji gelê herî kevin Asûrî – Sûryanî yên ku bi qirkirin û qetlîaman re rû bi rû mane û ev di roja me ya îro de jî berdemam dike.
Li aliyê din konê çalakiyê ji aliyê heyeta Fransiyan ve hat ziyaretkirin. Nûnerê Partiya Komînîst a herêma Alschê Aûgûstîne Alcon îro di nava ziyaretvanan de bû. Alcona diyar kir ku bi Kurdan re di nava yekgirtinekê de ne.”