‘AKP senteza hemû darbeyan e’

Kongreya Civaka Demokratîk di daxuyaniyê de got, ‘’Ên ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk anîn û di xwe de serfirandin, li dema niha anîn wê nikarin xwe ji hesabdayinê qut xilas bikin’’.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, hate gotin, ‘’Em di salvegera darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de yên ku ev darbe kirin,  ku  ev darbe yek ji rûpela herî tarî û cihê şermê yê dîroka Tirkiyê ye, şermezar dikin.’’

Bi berdewamî hate gotin, ‘’Darbeya 12’ê Îlonê bi kirinên derî mirov, bi êşkence, înfazên bê daraz, bi darizandinên bi pinkêrinên mafê mirovan, darvekirin, bi girtina bi milyonan mirov, bi zextên li ser çapemenî, sendika, rêxistinên civaka sivîl, li ser jin, ciwan û bi sûcên dijî Kurdan, pêvajoya demokratîk a Tirkiyê ya ku geş dibû, qetil kirine.

Bi destûra ku bi zext, zordarî û tundiyê pêk anîn û bi civakên dane ‘qebûlkirin’ heta roja niha anîne.

Faşîzma  AKP-MHP’ê li rih, kirin, polîtîka û destûra darbeya 12’ê Îlonê xwedî derketiye, bi rengê senteza hemû darbeyên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê û bi rengê rewşa wan a rojanebûyî, hebûna xwe didomîne.

Kesên ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê kirin û bi serifandinê li roja me  niha anîne, wê nikaribin ji hesabdayinê xwe xilas bikin.

Bi vê hişmendî û baweriyê em darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û kesên ku ev darbe kirine, destek danê, di sala 39’an de şermezar dikin.’’