'Li dijî êrişan divê em rêxistiniya xwe mezin bikin'

Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Amedê Hulya Alkokmen bal kişande ser operasyona qirkirina siyasî û got, ‘’Divê mirov li hember van êrîş û zextan karibe bi serbilindî bisekine, rêxistina xwe û fikra HDP’ê di nav civakê de zêdetir pêş bixe.”

Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku êrîş û operasyonên dawiyê ji bo tesfiyekirina polîtîkaya HDP’ê tên pêşxistin û got: “Ya rastî êdî nikarin welat bi rê ve bibin, dixwazin krîza heyî bi avakirina krîz û bûyerên din re derbas bikin. Di vir de ya girîng ev e, mirov li hember van êrîş û zextan karibe bi serbilindî bisekine, rêxistina xwe û fikra HDP’ê di nav civakê de zêdetir pêş bixe.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên 5-6’ê Cotmehat 2014’an pêk hatin dabû dest pêkirin, li 7 bajaran biryara destgîrkirinê 82 kesan da. Bi çarçoveya lêpirsînê, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navîndî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê RTUK’ê yê HDP’ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur, endamê berê yê MYK’a HDP’ê Can Memîş, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqereyê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sûreyya Onder jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin. Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Uyanik der barê êrîşên li ser HDP’ê de axivî.

‘MUXALEFETA HERÎ BI BANDOR HDP DIKE’

Uyanik da zanîn ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê partiya herî bi bandor muxalefet meşand HDP’ê bû û wiha axivî: “Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ku HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir, li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê partiya herî bi bandor muxalefet meşand HDP’ê bû. Her wiha HDP’ê bi hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an jî bi stratejiya danî holê bû sedem ku desthilatdarî biheje. Ev êrîş û operasyonên dawiyê ji bo tesfiyekirina vê polîtîkaya HDP’ê tên pêşxistin.  Helbet divê mirov vê bibîne, ligel van tiştên me behskirin bi referandûma 16’ê Nîsana 2017’an ku li Tirkiyeyê ber bi guhertineke rejîmê ve çûn, vê guhertinê hem di hundir hem jî li derve wekî wan dixwest nemeşiya, lewma bi demê re dibêjin ku pêwîst e ev guhertin careke din bê destgirtin.”

‘AKP NIKARE WELAT BIRÊVE BIBE’

Uyanik anî ziman ku ev êrîş û operasyonên dawiyê ji bo tesfiyekirina vê polîtîkaya HDP’ê tên pêşxistin û got: “Ya rastî êdî nikarin bi rê ve bibin, dixwazin krîza heyî bi avakirina krîz û bûyerên din re derbas bikin. Di ti pirsgirêkên weke ekonomîk, siyasî, hiqûqî, xwezayî, perwerdeyê, pandemiyê de ku nikarin çareseriyan pêş bixin, bi bûyerên cuda dixwazin ser van pirsgirêkan bigirin.

Ligel van hemûyan siyaseta HDP’ê ya li hundir û derve ku tê qebûlkirin û pêş dikeve, ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve nayê qebûlkirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya di hundir de xitimiye, li derve jî bi hemû cîranên xwe re di rewşeke şer de ye. Têkiliyên wê yên bi DYE-YE re jî pir xerab in. Ji bo van hemûyan di nav civakê de veşêre polîtîkayeke wer êrîşkar dimeşîne. Li hundir û parçeyên din êrîşê tîne ser Kurdan. Hewl dide rê li ber tifaqên siyasî yên li hundir bigire. Dîsa ji bo pêşketina HDP’ê sînordar bike, di çavên civakê de HDP’ê mîna partiyeke divê mirov jê bireve bide nîşandan, êrîşên xwe didomîne.”

Uyanik bi bîr xist ku ev êrîş nû nînin, hê jî hevserokên me yên berê, bi dehan parlamenter û şaredarên me girtî ne û got: “Di vir de ya girîng ev e mirov li hember van êrîş û zextan karibe bi serbilindî bisekine, rêxistina xwe û fikra HDP’ê di nav civakê de zêdetir pêş bixe.”

'OPERASYONEKE TOLHILGIRTINÊ YE'

Uyanik diyar kir bi van êrîş, destgîrkirin û girtinan re xuya dike, bê ka hiqûq û daraza li Tirkiyeyê çawa bûye çoyê di destê desthilatdariyê de û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lewma eger mirov rabe vê êrîşa dawî ya li hember siyasetmedarên HDP’yî di çarçoveya hiqûqî de bibîne wê cihê xwe negire û kêm bimîne. Ya xuya dike ev e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li hember HDP’ê dimeşîne operasyoneke tolgirtinê, bêdengkirinê û çokdanînê ye. Ya girîng ev e mirov li hember vê hê zêdetir xwe rêxistin bike, têbikoşe, li ber xwe bide û bi vî awayî van êrîş û zextan pûç bike.”