AKP li Viyanayê hat protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, polîtîkayên AKP'ê yên şer ên li Gimgim, Şemzînan û tevahiya Bakurê Kurdistanê dimeşîne, hatin şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, polîtîkayên AKP'ê yên şer ên li Gimgim, Şemzînan û tevahiya Bakurê Kurdistanê dimeşîne, hatin şermezarkirin.

Çalakiya ku li herêma 1. a Viyanayê duh pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî axaftin hatin kirin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê (FEYKOM) di axaftina xwe de ragihand ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan serketina gelên Kurd û Tirk a hilbijartinên 7'ê Hezîranê qebûl nekirine û dest bi êrîşê kirine.

Di çalakiyê de gelê li Kurdistanê li ber xwe dide hat silavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Gerîla" hatin qîrîn.