AKP li Munsterê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Munsterê, bi navê 'ji bo aştiyê dest bidin hev' xeleka ji mirovan a enterasyonalîst hat çêkirin.
Li bajarê Elmanya Munsterê, bi navê 'ji bo aştiyê dest bidin hev' xeleka ji mirovan a enterasyonalîst hat çêkirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Munsterê ve hat organîzekirin û komên çep ên Elman, Odak û Komeleyên Elewiyan destek dan.
Bi vê armancê saet di 15:00 de ji stasyona trenê ya Munsterê meşê destpê kir. Di meşê de xelekek ji mirovan ve hat çêkirin. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan. Di dema meşê de li ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, belavok hatin belavkirin.
Di axaftinên li qada çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiyên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin û destek ji gelê Kurd re hat dayîn.