BI DÎMEN

AKP’î di Meclîsê de êrîşî parlementeran kirin

Di rûniştina Meclisê ya Can Atalay de AKP’î êrişî parlamenterê TİP’ê Ahmet Şik kirin. Parlamentera DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît jî birîndar bû.

LI MECLÎSÊ ÊRÎŞ

Lijneya Giştî ya Meclisê bi daxwaza partiyên muxalefetê bi rojava Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye xespkirin, awarte civîya. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel tevlî rûniştinê bûn. 

 Rûniştinê, Serokê Meclisê Bekîr Bozdag bi rê ve bir û ewilî mafê axaftinê da Parlamenterê Partiya Karkeran ê Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik. Şik ji kursiya Meclisê berteka xwe bi gotina “Ji ber hûn ji her kesê ne ji we bin re dibêjin ‘terorîst’ ji Can Atalay re jî dibêjin terorîst. Em qet bi vê gotina we şaş neman” nîşnan da.  

 Bi ser van gotinên hatine kirin, Serokwekîlê Meclisê Bekîr Bozdag navber da rûniştina. Şik piştî navberê jî heman gotinan dubare kir. Bi ser vê yekê careke din navber hate dayîn. 

 Di vê kêliyê de Alpay Ozalan ê AKP’î êrişî Şik kir. Serokwekîla DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyigît a xwestiye têkeve navberê ji biriya xwe birîndar bû. 

DEM PARTÎ: EM Ê DOZA XWE YA MAFDAR BIDOMÎNIN

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî êrîşa parlamenterên AKP’î dan. 

Hevserokên êrîşê wek eşqiyatî pênase kirine wiha gotin: “Dadgaha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo parlamenteriya Can Atalay were îadekirin biryarek da û me wek partiyên muxalefetê ji bo awarte bicive Meclisê vexwend civînê. Tevî ku biryara vekirî ya AYM’ê heye AKP helwesta xwe ya hiqûqê nas nake, dixweza di bin banê parlamentoryê de jî bimeşîne. Desthilata ku wek awarte civandina meclisê ranegirtiye, çareseriyê di êrişên ku digihijin tundiya fîzîkî de dibînin. Parlamenterên zilam ên AKP’î êrîşî parlamenterên me yên jin kiriye û ev yek eşqiyatî ye. Ev êrîş nas nekirina îradeya gel e û aciziya siyasî ye. Di serî de Serokwekîlên koma me, tu hevalên me li dijî van êrişan paş de gav navêjin.” 

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Desthilat AKP’ê û MHP’ê derveyî parlamentoyê hêrî zêde êrîşî derdorên muxalîf dike, dixwaze êrîşên herî tund bîne parlamentoyê. Desthilata ku derdorên jiyanê, mirov, demokrasiyê, hiqûqê û xwezayê diparêzin, li kolanan û meydanan bi awayekî çetevanî û hovane fermana êrîşê dide, dixwaze vê yekê bi parlamenterên xwe ve anîne li Meclisê. AKP’î di civîna ji bo parlamenteriya Can Atalay were îadekirin civiyaye ji bo dengê muxalefetê qut bike û bêhiqûqiyê bidomîne ji kursiya meclisê êrîşî parlameterên muxalefetê kirine. Em carek din dibêjin ku li dijî AKP’ê li ber xwe bidin. Em vê feraseta ku êrişî parlamenterên muxalefetê dike û neheq tevdigerin şermezar dikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê doza xwe ya mafdar û doza ji bo demokrasiyê, edaletê û aştiyê bidomînin." 

 OZEL SERDANA GULÎSTAN KILIÇ KOÇYÎGÎT KIR

 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û şandeya pê re serdana Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li Meclisê bi êrÎşa parlamenterên AKP’ê re rû bi rû ma, kir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Ozel pêşwazî kirin. Serdan-hevdîtin li odeya Koma DEM Partiyê pêk hat û di hevdîtinê de Ozel silametiyê xwest. 

Ozel destnîşan kir ku ew vê êrîşê qebûl nakin.