AKP'ê bi rêya qeyûman dest danî ser vîna gel
AKP, ku li şaredariyên desteserkirî xebatkaran tasfiye dike, beşek ji xebatkarên cemaweriyê bi biryarnameyan, beşekê jî bi destê qeyûman ji kar derxist û xebatkaran li gorî xwe dîzayn dike.
AKP, ku li şaredariyên desteserkirî xebatkaran tasfiye dike, beşek ji xebatkarên cemaweriyê bi biryarnameyan, beşekê jî bi destê qeyûman ji kar derxist û xebatkaran li gorî xwe dîzayn dike.
Desthilatdariya AKP'ê, bi 11'ê Îlona 2016'an re dest bi desteserkirina şaredariyên DBP'yî û HDP'yî bi rêya qeyûm kir. Di encamê de li 88 ji 103 şaredariyên BDP'yî qeyûm hate bicihkirin. Ji bo bicihkirina qeyûman ku bi operasyonên qirkirina siyasî dest pê kir, biryarnameyên rewşa awarte hatin nîşandan. Hin ji hevşaredaran hatin girtin, hinek jî ji kar hatin kirin û qeyûm li şûna wan hate bicihkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê de, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevşaredarên Bajarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Belkiza Beştaş Epozdemîr, Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay, Hevşaredarên Dersimê Nûrhayat Altûn, M. Alî Bûl, Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpogûllari, Nûrûllah Çîftçî û Hevşaredarê Bedlîsê Huseyîn Otan jî di nav de 79 hevşaredar hatin girtin û li girtîgehên cuda hatin bicihkirin.
Di serdema biryarnameyan de, ku bi rewşa awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hate ragihandin, xaleke din a biryarnameyê hate bicihkirin û qanûna tayinnkirina qeyûman li şaredariyan hate derxistin. Piştî ku qanûn ket emeriyetê, di nava 10 mehan de li 88 şaredairyên bajarên mezin, bajar û navçeyan qeyûm hatin bicihikrin. Xisara ku qeyûm heta niha li bajarên Kurdistanê kir, dibe ku bi dehan salan jî nikaribe bê sererastkirin.
Piştî ku di 11'ê Îlonê de qeyûm li 24 şaredariyan hatin bicihkirin, roja 30'ê Îlonê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. Kişanak û Anli 5'ê Cotmehê hatin girtin. Li Şaredairya Bajarê Mezin a Amedê, Cûmalî Attîla weke qeyûm hate bicihkirin. Operasyonên desteserkirina şaredairyan bi rêya qeyûm, piştî Amedê li bajarên Mêrdîn, Wan, Agirî û gelke bajar, navçe û bajarokan dewam kir.
22'ê Mijdarê bi biryarnameya bi hejmara 677'an bi sedan xebatkarên cemaweriyê yên li şaredariyên HDP'yî ji kar hatin dexistin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Ahmet Turk piştî demekê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Bi rewşa awarte re ku AKP'ê 20'ê Tîrmeha 2016'an Îlan kir, di operasyonên tasfiyekirina şaredariyên DBP û HDP'yî de heta roja îro 88 ji 103'an bi destê qeyûm hatine desteserkirin.
Rêveberiyên 15 şaredariyan jî di pratîkê de radestî walîtî û qeymeqamtiyan hatine kirin. Bi giştîname û qanûnan re ev hevşaredar weke karmendên qeymeqam û walîtî hatin destnîşankirin û erkên wan ji destê wan hatin girtin.
Kurd bi BDP'ê tevlî hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an bû bûn. Li bajarên rojava yên weke Stenbol, Enqere û mersînê jî bi navê HDP'ê tevlî hilbijartinan bûn. Di hilbijartinê de, ku bi dirûşma "Bi xwerêveberiyê ber bi nasnameya azad ve" tevlî bûn tevî Amed, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Şirnex, Bedlîs, Agirî û Îdirê li 103 navendên hilbijartinên şaredarî bi dest xistibûn.