Akbayir: Divê Elmanya qedexeya PKK’ê rake
Akbayir: Divê Elmanya qedexeya PKK’ê rake
Akbayir: Divê Elmanya qedexeya PKK’ê rake
Rêxistina civakî ya sivîl a herî mezin li Elmanyayê ya Kurdan YEK-KOM, di rojên derbasbûyî de kongreya xwe ya 19. lidar xist û derbasî pergala Hevserokatiyê bûl. Hamîde Akbayir ku ji Hevseroka YEK-KOM’ê re hat hilibijartin da xuyakirin, ku armanca wan rakirine qedexeya PKK’ê ye.
Federasyona Komeleyên kurd li Elmanya (YEK-KOM), bi 65 komele û bi hezaran endamên xwe re, yek ji saziyên herî mezin ên penaberan ê li vî welatî ye. YEK-KOM a di sala 1993’an de ava bû, di serî de pirsgirên Kurdên li Elmanyayê dijîn, bûyerên li Kurdistanê diqewimin ji raya giştî ya Ewrûpayê re ragihand.
Sazî, ku li gel hemû astengiyan ev 20 sal in bê navber li ber xwe dide, di rojên bihurî de kongreya xwe ya 19. lidar xist û hin rêzebiryarên nû girt. Pergala Hevserokatiyê û di rêveberiyê de kotaya ji sedî 50 ya jinan, yek ji biryarên sereke yên hatin girtine . parlamentera berê ya Parlamenta Eyaleta Ren Westfalya Bakur a Partiya Çepgir Hamîde Akbayir, di kongreyê de weke hevserok hat hilbijartin û diyar kir, ku armanca wan zêdekirina hejmara jinan li nava kongreyê ye.
Hevseroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayir, der heqê rewşa Kurdên li Ewrûpayê, nêrîna Elmanya ya li Kurdan û xebatên dema pêş de, ji ANF’ê re axivî.
Akbayir bal kişad ser pirsgirêkên ahengiya Kurdan bi civaka Elmanyayê re û diyar kir, ku ev pirsgirêk ji neçareseriya pirsgirêka Kurd tê. Akbayir ragihand, ku pirsgirêkên ahengî –entegrasyonê ji ber astengiyên van dewletan rû dane û got, “Di serê van astengiyan de qedexeya PKK’ê tê. Qedexeya PKK’ê ya li Elmanya, di serî xebatên YEK-KOM’ê bandorek neyînî li hemû aktîvîteyên Kurdan dike.“
Akbayir anî ziman, ku hînê girtin û krîmînalîzekirina gelek komeleyên Kurdan di rojevê de ye û ji ber vê yekê jî YEK-KOM nekariye hemû armancên daniye pêşiya xwe pêk bîne. Akbayir got, “Hînê gelek komeleyên me ji ber qedexeya PKK’ê nikarin projeyên xwe bicih bînin, di ser de hin çalakiyên wan tên qedexekirin. Em li Elmanyayeke bi vî rengî dijîn. Divê em bi hev re, dawî li vê rewşê bînin. Civaka Elman hînê bi pêşhukman nêzî Kurdan dibe. Divê ev pêşhukum ji holê bên rakirin. Hingî nava herdu civakan de dikare ahengî çê bibe.“
Hevseroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayir da xuyakirin, ku ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ewê xebateke dorfireh bimeşînin û destnîşan kir, ku ew êdî naxwazin dewletên Ewrûpî Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk, bikar bînin.
Akbayir bal kişan ser xebatên din ên YEK-KOM’ê û diyar kir, ku li gel kêmasiyan jî YEK-KOM gihaştiye wê astê ku karibe bersivê bide daxwaz û bendewariyên gelê Kurd û got, „YEK-KOM heta niha hem bi pirsgirêka Kurd a giştî hem jî bi pirsgirêkên Kurdên li Elmanyayê re mijûl bû. Wê vê xebata xwe di dema pêş de bi hêzeke mezintir bimeşîne.
Akbayir destnîşan kir, ku ewê di dema pêş de giraniyê bidin ser mijarê; pirsgirêkên Kurdan ên ji ber koçberiyê, pirsgirêkên ji ber nêzîkatiya Elmanyayê rû dan, dewamkirina kampanya naskirina nasnameya Kurd û piştgirîdayîna kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Hevseroka YEK-KOM’ê bal kişand ser nêzîkatiya dewleta Elmanyayê ya li YEK-KOM’ê û got, “Dewleta Elmanya me ciddî digire. Jİ ber ku dizane YEK-KOM xîtabî girseyeke mezin dike. Di konferansên salane yên Wezîrên Karên Hundur ên Eyaletan de jî, vê rastiyê di nava xwe de tînin ziman. Ya rast, ji ber ku ji hêza Kurdan ditirse, qedexeya PKK’ê her sal nû dike. Di şûna Kurdê çalak û doza mafê xwe dike, Kurdê pasîf û qels dixwazin. Vê yekê jî, Kurd ti carî qebûl nake.“
Hevseroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayir, kampanya “Bila nasnameya Kurd bê naskirin“ a par hatibû meşandin û di encamê de 60 hezar îmze radestî parlamenta federal hat kirin nirxand û weha peyivî; “Ev kampanya xebateke gelekî watedar bû, ket rojeva Elmayayê. YEK-KOM’ê bi vê yekê re careke din hêza xwe nîşan da. Ji ber ku yekemcar xwe gihand 60 hezar îmzeyan û bi daxwaznameyekê re, daxwazên Kurdan pêşkêşî Parlamenta Federal a Elmanya kir. Niha komîsyonên me li eyaletan hene, ku hevdîtinên bi partiyan re dişopînin. Ji ber ku hin daxwazên “Kampanya bila nasnameya Kurd bê naskirin“ pêwendiya xwe bi eyaletan hene. Weke mînak; mafê zimanê dayikê, radyo, televîzyon. Divê ev proje hinekî bi sebir bê şopandin.“